Êrîşa li ser kampa Mexmûrê li Rûsyayê hate şermezarkirin
Êrîşa bi balafirên şer a li ser kampa penaberan a Mexmûrê, li Rûsyayê bi çalakiyan hate şermezarkirin.
Êrîşa bi balafirên şer a li ser kampa penaberan a Mexmûrê, li Rûsyayê bi çalakiyan hate şermezarkirin.
Kurdistaniyên li bajarê Tambov û navçeya Platîkovka ya bajarê Krasnodarê yên Rûsyayê dijîn, êrîşa bi balafirên şer a li dijî Hêzên Xweparastinê yên Kampa Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûrê) bi çalakiyan şermezar kirin.
TAMBOV
Bi pêşengiya Kongreya Êzidiyên li Rûsyayê, li bajarê Tambovê civînek hate lidarxistin û êrîşa li ser Mexmûrê hate şermezarkirin.
Êrîş li salona civînê ya Mala Kurdan pêk aht û Hevserokê Kongreya Êzidiyan li Rûsyayê Cemal Şamoyan lê axivî.
Şamoyan got, "Kampa penaberan a Mexmûrê kampeke li nava axa Iraqê ye û di bin kontrola Neteweyên Yekbûyî de ye. Divê ev her du hêz li ser êrîşê daxuyaniyekê bidin gelê Kurd û kiryarên êrîşê ceza bikin."
PLATÎKOVKA
Meclîsa Jinê ya Platînovkayê, êrîşa li ser kampa penaberan a Mexmûrê şermezar kir. Endamên meclîsê li hewşa Mala Kurdan a Platînovkayê li hev civiyan, daxuyaniyek dan çapemeniyê û êrîş şermezar kirin.