Êrîşa li Qudsê Tugeya El Qessam girt ser xwe
Tugeyên Izedîn El Qessam ragihandin ku wan êrîşa çekdarî ya li Qudsê kiriye ku di encamê de 6 îsraîlî hatine kuştin.
Tugeyên Izedîn El Qessam ragihandin ku wan êrîşa çekdarî ya li Qudsê kiriye ku di encamê de 6 îsraîlî hatine kuştin.
Baskê leşkerî yê Hemasê Tugeyên Izedîn El Qessam ragihandin ku wê êrîşa li Qudsa rojhilat kiriye ya ku duşemê pêk hatiye û di encamê de 6 îsraîlî hatin kuştin.
Tugeyê di daxuyaniya xwe de ev tişt diyar kir: “Em mizginiyê didin gelê xwe yê bê hempa û neteweya xwe ya leheneg ku şervanên me Musene Nacî Omer û Mihemed Basam Taha, şehîd bûne. Çalakiya kirine, peyameke diyar e ku hewldanên Îsraîlê tev de binkeftî ne û nikarin jêderên berxwedanê tine bikin.”