Kurd û dostên wan ên ku li Swîsreyê dijîn li ber ofîsa Neteweyên Yekbûyî (NY) ya li Cenewreyê bi mîtîngekê wê bang li NY'yê were kirin ku ,''mudaheleyê li êrîşên qirkirinê yên dewleta Tirk bike''.
Di daxuyaniya Civaka Kurd a Demokratîk a Cenewreyê (CDK-E) de hate gotin, ''Li gel ku di hiqûqa navnetewî de bikaranîna çeka kimyewî û gaza jehrî qedexe ye jî, li dijî van êrîşan ku sirûşta Kurdistanê û gelê Kurd dike hedef di serî de NY em bang li saizyên navnetewî dikin ku bi rola xw rabin.''
CDK-S'yê bang kir ku her kes tevlî çalakiya roja çarşemê ya saet di navbeyna 10:00-17:00'an de a li Place des Natîonsê bibe.