Çawişê pispor ê tecawizkar beraat kir
Çawişê pispor Omer Ayas ku li Mêrdînê 6 mehan dest avêt jinekê, beraat kir.
Çawişê pispor Omer Ayas ku li Mêrdînê 6 mehan dest avêt jinekê, beraat kir.
Çawişê Pispor Omer Ayas ê li Fermandariya Alaya Mekanîze ya 70'emîn a artêşa Tirk wezîfedar, li Mêrdînê ji Kanûna 2018'an heta Hezîrana 2019'an bi gefê dest avêt jina 19 salî. Çawişê tecawizkar Omer Ayas bi sûcdariya "Bi gef û zextê mirov ji azadiyê bêpar hiştiye" û "destavêtinê" hate darizandin.
Di rûniştina biryardanê de dozgeriya Tirk îdîa kir ku "bi daxwaza jinê bû" xwest ku tecawizkar beraat bike.
Heyeta dadgehê jî biryara beraatê da.