Çalakiya greva birçîbûnê ya li dijî êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê ya li ser Efrînê nerazîbûnên xwe raber bike û NY û hêzên navneteweyî ji bo Efrînê bikevin nava tevgerê ku roja Duşema borî li pêşiya avahiya Ofîsa Neteweyên Yekbûyî (NY) ya Cenevreyê hatibû destpêkirin di roja 8’an de dewam dike.
Li konê pêşiya avahiya NY’yê hatibû danîn pankartên ku balê dikişîne ser êrîşên qirker û qetlîamên dewleta Tirk a dagirker, di heman demê de bal hate kişandina ser bêdengiya NY û hêzên navneteweyî ya li hember bûyerên diqewimin.
Bi rojane bi sedan Kurdistanî û dostên wan çalakvanan ziyaret dikin, piştgiya xwe ya ji bo wan tînin ziman. Îro jî Nûnerên Federasyona Karkerên Koçber (ÎGÎF) û HDK Basel çûn serdana çalakvanan û anîn ziman ku divê piştgiriya bi Efrînê re bê xurtkirin.
Li aliyê din çalakvanên ku tevlî çalakiya greva birçîbûnê bûne ji ANF’ê re axivîn.
Faysal Sariyildiz: Bi armanca protestokirina dorpêç û qirkirina li ser Efrînê çalakiya greva birçîbûnê ya me di roja 8’an de dom dike. Heta niha NY’yê hê ti nerazîbûneke diyar raber nekiriye. Em vê helwesta wan nabejirînin. Çi dibe bila bibe em ê li dijî zilmê li ber xwe bidin û heta dawî mafê xwe biparêzin. Bang li gel dikim ku hêz zêdetir yek bigirin û têkoşînê xurtir bikin.
Orhan Şansal: Tişta herî girîng ku berxwedana Efrînê bibe serketinê, weke gel xwedîderketina me ya li berxwedanê ve girêdayî ye. Ji bo vê bang li gel, dost û hêzên demokrat û aştîxwaz dikim ku hê zêdetir yek bigirin û xwedî li berxwedana Efrînê derkevin.
Bedîrhan Kahraman: Me heta niha çend hevdîtin bi NY’yê re kir, lê heta niha soz û gotinên ji bo me kirî, di pratîkê de nehatiye kirin. Heta ev gotin bên bi cih anîn em ê çalakiya xwe bidomînin. Berxwedana gelê me wê her tiştî diyar bike.
Fatma Şik Barût: Gelê me li her derê xwedî li Efrînê derdikeve. Îro gelê me yê li Efrînê pêwîstiya wan bi alîkariyên mirovî heye, divê gelê me hestyar tevbigerin. Heta alîkariyên mirovî ji bo gelê Efrînê bê şandin û gelê me bi ewle vegere ser xaka xwe wê çalakiyên me dewam bikin.
Bûrhan Kocaman: Ji bo şermezarkirina hişmendiya DAIŞ’ê û xwedîderketina li berxwedana Efrînê çalakiya me me dom dike. Heta ku vê hişmendiya qirker û faşîst ji xaka Kurdistanê derbixin wê çalakiyên me hê xurti bibe.
Ozdal Ucar: Her çendî cîhan bêdeng be jî, lê bila baş bizanibin, her ferdekî bi rûmet ê gelê Kurd ji bo azadiya Efrînê wê li her dera Kurdistanê bi ruhê berxwedanê xwedî derkevin. Yekane rêya azadî û serfiraziyê berxwedan e. Kurdisatan wê bi berxwedanê bi ser keve. Li Kurdistanê wê azadî bi ser keve. Rûmeta mirovahiyê wê bi ser keve.
Demîr Çelîk: Di encama hevdîtinên bi komîserî û komîsyonên têkildarî NY’yê hatibe kirin jî lê heta niha ji bo Efrînê ti tişt nehatiye kirin. Heta ev bêdengî hebe wê berxwedana me jî bi biryardarî dewam bike.
Feyzûlah Tunç: Çalakiya me bi biryar dom dike. Me gelek hevdîtin bi NY’yê re pêk anîn. Lê heta niha têkildarî qirkirin û êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a dagirker NY’yê neketiye nava liv û tevgerê. Heta ku NY’yê ji bo Efrînê bikeve nava tevgerê em ê çalakiya xwe bidin domandin.
Leyla Îmret: Hê jî NY’yê ji bo rakirina vê kirîza mirovî ya li Efrînê bi dawî bike neketiye nava tevgerê. Gelê Efrînê hê jî bi qirkirinê re rû bi rû ye. Ji bo vê em bi lezgîn daxwaz ji NY’yê dikin ku ji bo Efrînê bikeve nava liv û tevgerê. Heta ku NY’yê li dijî dewleta Tirk gavên şênber bavêje wê çalakiyên me hê xurtir û geştir dom bike.
Fîraz Qassas: Ji bo gelê Efrînê li vir im. Ji bo bêdengiya NY’yê ya li dijî hovîtiya dewleta Tirk a li ser Efrînê lenet û şermezar dikin li vir in. Erdogan yek ji bajarê herî aram ê Sûriyeyê dagir dike. Em bi hemû hêzê xwe ve li gel Efrînê ne. Bi berxwedanê em ê dagirkeran ji ser axa xwe bavêjin.
Denîz Nakî: Ji bo Efrînê çalakiya me ya greva birçîbûnê dewam dike. Ez li vir di serî de bang li gelê Amed, çar parçeyên Kurdistanê û gelê me yê li Ewropa dijî dikim ku hê zêdetir xwedî li Efrînê derkevin. Roj îro ye, sibe direng e.”