Çalakiyên piştgiriyê ya ji bo Efrîn li Rûsya didomin

Kurdistaniyên li Federasyona Rûsya dijîn, êrîşên artêşa Tirk a dagirker a li ser Rojava û bi taybet li ser Efrînê protesto kirin.

MOSKOVA

Li paytexta Federasyona Rûsya Moskovayê Tevgera Ciwanên Kurd ên Rûsya êrîşên dewleta Tirk a faşîst a li ser Efrînê bi mîtîngekê protesto kirin.

Çalakiya li Navenda Çanda Kurd a Moskova hate lidarxistin gelek Kurdistanî tevlî bûn. Li ser navê Tevgera Ciwanên Kurd ên Rûsya li dijî êrîşên dagirkirina li ser Efrînê daxuyaniyek hate dayîn.

Di daxuyaniyê de ev tişt hate gotin: “Em êrîşên dewleta Tirk a faşîst a li ser Efrînê şermezar dikin. Hemû hêz û dewletên li dijî vê êrîşa dewleta Tirk a li ser Efrînê û bêdengiya wan a li hember qetilkirina sivîlan bi qasî dewleta Tirk hevkar û sûcdar e. Gelê Kurd Efrînê bi tenê nahêle, çawa li Kobanê hêzên paşverû têk birin wê li Efrînê jî serkeftinê bi dest bixe.”

Daxuyanî bi dirûşma “Efrîn ne bi tenê ye” û “Bijî berxwedana Efrînê” bi dawî bû.

AZINGE

Kurdistaniyên li navçeya Azinge a Saratov dijîn êrîşên li ser Efrînê bi çalakiyekê şermezar kirin.

Kurdistaniyên li pêşiya Mala Kurd a Azinge hatin ba hev, êrîşên dewleta Tirk a faşîst û çeteyên wê hatin şermezarkirin. Li vir li ser navê girseyê Serokê Komîteya Gel a Azingeyê Tahîr Fatiyeve axivî. Fatiyeve li vir êrîşên dewleta Tirk a mêtînger şemezar kir û got ev êrîş dijî vîna gelê Kurd e.

MÎÇÛRÎNSK

Tevgera Ciwanên Kurd ên Rûsya li navçeya Mîçûrînsk a bajarê Tambovê tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şemezar kirin û êrîşên li ser Efrînê jî protesto kirin.

Çalakiya li pêşiya Navenda Çanda Kurd a Mîçûrînskê hate lidarxistin, endamê Tevgera Ciwanên Kurd ên Rûsya Cemala Kasimîva axivî û diyar kir ku dijminê Kurdan li her cihî êrîşî Kurdan dike ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bide jibîrkirin. Kasimîva got: “Gelê Kurd di her şert û mercan de xwedî li Rêbertiya xwe derketiye.”

Pişît axaftina çalakî bi dirûşma “Bijî Serok Apo” û “Bijî Berxwedana Efrînê” bi dawî bû.