Çalakiya rûniştinê ya li Strasboûrgê didome
Çalakiya rûniştinê ya ji bo azadiya Rêberê Gelê Abdullah Ocalan li pêşiya Konseya Ewrûpayê hatibû destpêkirin kete roja sêyemîn û bi tevlêbûna ji welatên cihê didome.
Çalakiya rûniştinê ya ji bo azadiya Rêberê Gelê Abdullah Ocalan li pêşiya Konseya Ewrûpayê hatibû destpêkirin kete roja sêyemîn û bi tevlêbûna ji welatên cihê didome.
Çalakiya rûniştinê ya ji bo azadiya Rêberê Gelê Abdullah Ocalan li pêşiya Konseya Ewrûpayê hatibû destpêkirin, di roja sêyemîn de li pêşiya Konseya Ewrûpayê didome.
Di roja sêyemîn a çalakiyê de ji herêmên Elmanyayê yên Dortmûnd, Essen, Bîelefeld, Stûttgart, Darmstadt; yên Swîsreyê Bern, Basel, St-Gallen û ji Fransayê jî bi tevlêbûna herêmên Allas û Lorenê didome.
Çalakvanan saet di 10.00’an de berê xwe dan Konseya Ewrûpayê 15 deqîqeyan slogan berz kirin.
Piştre berdevka TJK-E’yê Dilşa Osman li ser şehîdên Cotmehê civînek li dar xist. Di civînê de hemû şehîdên Cotmehê hatin bibîranîn.
HEVDÎTIN DIDOME
Heyeteke ji çalakvanan bi wesîleya Meclîsa Parlementeran a Konseya Ewrûpayê li avahiya Konseya Ewrûpayê dest bi hevdîtinan kirin.
Îro li ser Rojava pêşkêşiyek hate kirin û endamên heyetê bi parlementerên Ewrûpayê re civiyane.
Piştî nîvro tê payîn ku nûnerên saziyên civakî yên Îtalyan werin serdana çalakiya rûniştinê.