Çalakiya rûniştinê ya li pêşiya CPT û KE’yê di roja duyemîn de ye

Çalakiya rûniştinê ya li pêşiya avahiya CPT û Konseya Ewropa (KE) ya li Strasboûrgê hatî lidarxistin di roja duyemîn de dewam dike, bi sedan kes dirûşma ‘Ji Ocalan re azadî’ qîr kirin.

Çalakiya rûniştinê ya bi daxwaza Komîteya Pêşîlêgirtina Êşkenceyê (CPT) agahiyekê têkildarî rewş û ewlehiya Ocalan de bide û Konseya Ewropa (KE) erkê xwe yê civakî bi cih bîne hatibû lidarxistin, di roja duyemîn de, 300 kes tevlî bûn.

Çalakiya rûniştinê ya ku bi dehan saziyên Kurd ên Ewropa li gel hevparên wê û parlementerên YNK û Goran piştgirî kirin, diyar kirin ku divê bi lezgîn Komîteya Pêşîlêgirtina Êşkenceyê (CPT) heyetekê pêk bîne.

Di çalakiya rûniştinê ya gelek kesên berniyas ên Kurd û Tirkiyeyî piştgirî kirin de, diyar kirin ku heta CPT daxwazên wan bînin cih wê çalakiyên xwe bidomînin.

Di roja duyemîn a çalakiyê de hejmara kesên ji Elmaya, Fransa û Swîsre û gelek welatên din ên Ewropa ku piraniya wan jin tevlî çalakiyê bûn, hejmara çalakvanan gihişte 309’an. Di çalakiyê de li gel nûnerên saziyên Kurd ên li Ewropa jî nûnerên partiyên Tirkiyeyî û tevgerên wê jî cih girtin.

LI PÊŞIYA KE’YÊ DIRÛŞMA ‘JI OCALAN RE AZADÎ’ HATE QÎRKIRIN

Çalakiya rûniştinê dewam dike, ji saet 15:45’an ve bi sedan çalakvan li pêşiya avahiya Konseya Ewropa kom bûn, dirûşma ‘Ji Ocalan re azadî’ qîr kirin. Çalakvanên ku dewleta Tirk û Erdogan protesto kirin, dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Kujer Erdogan” û “Bê Serok jiyan nabe” qîr kirin.

Çalakvan piştre berê xwe da qada çalakiya ‘Nobeda Ji Ocalan Re Azadî’yê.