Çalakiya greva birçîbûnê ya li NY’yê koma PYD’ê dewir girt: Berxwedan wê bidome!

Çalakiya greva birçîbûnê ya ji aliyê parlemeteran ve li pêşiya NY’yê bi daxwaza ji bo Efrînê bi lezgîn bikevin nava tevgerê di roja 11’emîn de, dewrî koma PYD Ewropa a ji 65 kesan pêk tê hate kirin.

Çalakiya greva birçîbûnê ya ji aliyê parlemeterên HDP’ê û hevşaredaran ve 19’ê Adarê bi daxuyaniyeke çapemeniyê ji bo Efrînê li pêşiya Ofîsa Neteweyên Yekbûyî (NY) a Cenevreyê hatibû destpêkirin di roja 11’an de hate ragihandin ku bi dawî kirin. Çalakvanan çalakiyaxwe dewrî koma PYD Ewropa ya ji 65 kesan pêk tê kirin. Hate diyarkirin ku wê çalakiyên ji bo hêzên navneteweyî û NY’yê ji bo Efrînê bikevin nava tevgerê li qadên cuda bidomînin.

Parlemeterê HDP’ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz ê di daxuyaniya çapemeniyê de axivî, dyar kir ku ev 11 roj bûn ji bo NY û hêzên navneteweyî ji bo Efrînê bikevin nava tevgerê di greva birçîbûnê de bûn.

SARIYILDIZ: NY’YÊ ERÊ DIKIN KU LI EFRÎNÊ SÛCÊ MIROVAHIYÊ HATIYE KIRIN, LÊ..

Sariyildiz bibîr xist ku di nava van 11 rojan de gelek hevdîtin bi saziyên Masya Sûriye ya girêdayî Konseya Mafê Mirovan a NY’yê û saziyên mîna wê re kirine û got: “Di van hevdîtinan de me carkî din dît ku; tevî ku NY’yê bûyerên ku li Efrînê rû dayîn baş dizane jî, lê nakeve nava tevgerê. Di hevdîtinekê de rayedarekî NY’yê ev gotin ji bo me kir; ‘Erê, tiştên li Efrînê qewimîn em baş dizanin. Li wir sûcê şer tê kirin. Em  raporên pêwîst amade bikin û bişînin ji bo Konseya Ewlekariya NY’yê re. Saziya ku mudaxeleyî Tirkiyeyê bike ew in. Mixabin li Efrîn û deverên din ên Sûriyeyê sûcên şer tê kirin, em nakevin tevgerê.’”

EM Ê BERXWEDAN DOM BIKIN’

Sariyildiz di dewama axaftina xwe de ev tişt got: “Ev 11 roj  in em li vir bi awayekî zelal daxwazên xwe tînin ziman. Çalakiya me li vir kir em dixwazin bidin nîşandan ku dewleta Tirk û çeteyên wê hovîtiya li Efrînê kirî nîşanî cîhanê bidin. Lê mixabin heta niha NY’ê ji bo vê neketiye nava liv û tevgerê. Em li vir çalakiya xwe dewrî hevalên nû dikin, her kes bila vê baş bizane wê li her qadê çalakî û berxwedana me dom bike.”

DENÎZ NAKÎ:  EM Ê BIBIN DENGÊ GELÊ XWE

Piştî Sariyildiz Lîstikvan Denîz Nakî jî axivî û wiha got: “Daxwaza vê çalakiya me ew e ku NY’yê ji bo Efrînê bikeve nava tevgerê ye, li aliyê din jî ji bo raya giştî bûyerên li Efrînê diqewimin ragihînin. Li Rojhilata Navîn qirkirinên li dijî Kurdan dom dike. Her çendî îro em çalakiya xwe dewrî hevalên nû dikin, lê wê çalakî û berxwedana me li qadên din dewam bike. Heta ku Efrîn azad bibe û hêzên dagirker têk biçin wê berxwedana me dewam bike.”

SALIH SAGLAM: EM Ê LI BER XWE BIDIN

Piştî Nakî, hevserokê NCDK-Cenevre Salih Saglam mafê axaftinê girt û wiha got: “Çalakiyê hestiyariyek mezin di raya giştî de çêkiriye. Em, li hemberî dijminekî wisa ne ku nirxên wî yên exlaqî tune ne. Em weke gelê Kurd bi berxwedanê hatine roja me ya îro, ji vir û pêde jî em ê bi berxwedanê azadiyê qezenç bikîn.”

Herî dawî Zozan Derîk a li ser navê koma PYD’ê ya ku gireva birçîbûnê ya li pêşiya NY’ê dewir girtî mafê axaftinê girt û wiha axivî: “Efrîn di encama komloyekî navneteweyî de hate dagirkirin. Ji bo em vê komployê vala derxînîn em ê li hemû qadan berxwedanê mezin bikîn.