9 girtiyên din jî li Tekîrdagê dest bi greva birçîbûnê kirin

9 girtiyên din jî li Tekîrdagê dest bi greva birçîbûnê kirin

Li Girtîgeha Tîpa F a Tekîrdagê 9 girtiyên siyasî ji bo azadî, ewlehî û tenduristiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bixwazin û daxwazên gelê Kurd ên demokratîk bînin ziman, dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin.

Di 12'ê Îlonê de girtiyên ji doza PKK'ê û PAJK'ê girtî, ji bo tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar bikin, ji bo daxwazên Ocalan yên azadî, tenduristî û ewlehiyê pêk binin dest bi gireva birçîbûnê kiribûn. Gireva birçîbûnê ya bêdem û bêdoveger her ku diçe belav dibe. Li Girtîgeha Tipa F ya Tekîrdagê ji bi heman armancê 9 girtiyên bi navê Kahraman Alacak, Dilan Nargili, Omer Çagin, Mahsun Dimo, Selcan Avşar, Erkan Ozdemir, Mahsun Vukaya, Murat Ozturkû Omer Yildiz ketin gireva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger.

Duh jî li Girtîgeha Tekîrdagê 21 girtiyan dest bi çalakiya greva birçîbûnê kiribûn.