Komploya Navneteweyî ya 9ê Cotmehê ji aliyê Kurdên li Strasbourgê dijîn ve bi meşekê hate protestokirin.
Komploya navneteweyî ya 9’ê Cotmehê ya ku li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk hat, li bajarê Frasnse Strasbourgê bi meşekê hate protestokirin. Meş saet di 13.00 de ji Place Austerlitz ya li navenda bajêr dest pê kir.
Nêzî 300 Kurdistanî bi alên PKK û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocaan ve daketin qasdê , komployê bi meşekê protesto kirin. Di meşê de dirûşim “Ji Ocalan re Azadî, ji Kurdistanê re statu hate qêrîn.
Meş heta ber avahiya Konseya Ewropayê berdewam kir û meşvan çûn serdana çalakgerên nobeta azadiyê ya ku ji 25’ê hezîranê ve bi dirûşima “Ji Ocalan re Azadî “ hatiye destpêkirin. Nunera/ê CDK’ê daxuyaniyek da çapemeniyê û bal kişand ser tecrîda li ser Ocalan û banga piştgiriya ji bo çalakiya nobetê kir.
Ji çalakgerên nobetê, Munzur Emekçî axaftinek kir û bal kişand ku çalakiya nobetê ne çaakiyek ji rêzê ye û diyar kir ku balyozxaneya Tirk ji bo astengkirina çalakiyê hew dide. Emekçî destnîşan kir ku divê hemû Kurdistanî xwedî li çalakiyê derbikevin.
Çalakî piştî daxuyniya çapemeniyê bi dawî bû.