84 rêxistin li dijî qedexeya li ser PKK'ê mîtîngê lidar dixin!
84 rêxistin li dijî qedexeya li ser PKK'ê mîtîngê lidar dixin!
84 rêxistin li dijî qedexeya li ser PKK'ê mîtîngê lidar dixin!
84 rêxistinên Kurd, Elman û Tirkiyeyî yên li Elmanya kar dikin, wê di 6'ê Kanûnê de li bajarê Kolnê bi mîtîngekê qedexeya li ser PKK'ê şermezar bikin. Rêxistina sîwanî ya saziyên Kurdan NAV-DEM'ê bi daxuyaniyekê bang li her kesî kir, ku beşdarî mîtîngê bibin.
Beriya konferansa wezîrên karên hundir ên 16 eyaletên Elmanya, ku wê di 11-12'ê Kanûnê de li Kolnê bê lidarxistin, 84 rêxistin wê di 6'ê Kanûnê de mîtîngekê lidar bixin û qedexeya li ser PKK'ê protesto bikin. Di konferansa bi pêşengiya Wezareta Karên Hundir a Federal ve tê organîzekirin de, tê payîn ku stratejiya navxweyî ya salekê ya welêt, bê plankirin. Hat ragihandin ku di konferansa wê du rojan dewam bike de, gelek mijar bên nirxandin, qedexeya li ser PKK'ê jî wê weke sernavekî taybet were nîqaşkirin.
84 tevgerên Kurd û Elman û çep a Tirkiyeyî, ku li ser banga Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê (YXK) û Interventionistische Linke (IL) hatin cem hev, platforma bi navê "Bundiss Gegen IMK" ava kirin û wê bi mîtîngekê qedexeya li ser PKK'ê, pirsgirêkên penaberan û pêkanînên antî demokratîk ên li Elmanyayê protesto bikin. Mîtîng wê di 6'ê Kanûnê de were lidarxistin û tevî Berlîn, Bremen, Hambûrg, Munchen, Frankfurt wê ji gelek bajaran beşdarî çêbibe.
'QEDEXEBÛYÎNA PKK'Ê NAKOKIYEKE MEZIN E'
Endamê Bundiss Gegen IMK aktîvîst Peterson Grono da xuyakirin ku qedexeya li ser PKK'ê bê wate ye û got, "Helwesta azadîparêz û demokratîk a PKK'ê li Rojhilata Navîn nîşan dide, gelekî watedar e. Qedexebûna tevgereke bi vî rengî li Elmanya û Ewropayê, beriya her tiştî ji bo civakên rojavayî nakokiyeke mezin e. Qedexeya li ser PKK'ê beriya her tiştî pirsgirêka demokrasiya Elmanya ye. Ji ber vê yekê, ji bo rakirina vê qedexeyê divê em bi hev re têbikoş in." Grono ji bo mîtînga 6'ê Kanûnê banga tevlîbûnê li her kesî kir.
'QEDEXEBÛYÎNA PKK'Ê ZEXTA LI SER KURDAN E'
Ji nûnerên YXK'ê Sema Kocatepe da xuyakirin, ku bi qedexekirina PKK'ê re azadiya Kurdên li Elmanyayê dijî ji dest hatiye girtin û got, "Kurd, rastî gelek pêkanînên neheq tên. Ev yek jî dibe sedem ku Kurd di bin zextê de bimînin."
Kocatepe bang li tevahiya rêxistinên ciwanan ên li Elmanya kir û got, "Pêwîste piştevaniya Kobanê ya di 1'ê Mijdarê de hat nîşandan, di 6'ê Kanûnê de jî li Kolnê li dijî qedexekirina PKK'ê were nîşandan."
'QEDEXEYA LI SER PKK'Ê ÇARESERIYÊ DIXETIMÎNE'
Li aliyê din rêxistina sîwanî ya Kurdên li Elmanyayê Navenda Civaka Demokratîk a Kurdên li Elmanyayê (NAV-DEM) daxuyaniyeke nivîskî weşand û bang li Kurdistanî û dostên wan ên li gelemperiya welêt, bi taybetî jî li eyaleta NRW dijîn kir, ku di 6'ê Kanûnê de beşdarî mîtîngê bibin. Di daxuyaniy nivîskî ya NAV-DEM'ê de hat gotin, "Qedexeya li ser PKK'ê ya li Elmanya, ji bo pêvajoya aştî û demokrasiyê ya li Kurdistan û Tirkiyeyê, astengî ye. Rantxurên şer ên dewleta Tirk, ji qedexeya hikûmeta Elman a li ser PKK'ê hêzê digirin, zextên xwe yên li Tirkiyeyê zêde dikin û pêşî li çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd digirin. Bi kurtasî qedexeya li ser PKK'ê di tevahiya qadên jiyanê de Kurdan krîmînalîze dike û li pêşiya derdorên demokrat ên li Elmanya dibe asteng ku nêrînên xwe bînin ziman."
JI NAV-DEM'Ê BANGA TEVLÎBÛNÊ
NAV-DEM'ê di dawiya daxuyaniya xwe de bang li her kesî kir ku di 6'ê Kanûnê de beşdarî mîtînga navendî ya li Kolnê ya li FreisenPlatz'ê bibin ku wê saet di 13:00 de destpê bike.