5’emîn konferansa Dêrsîmê 35-38 dê di 7’ê hezîranê de pêk were

5’emîn konferansa Dêrsîmê 35-38 dê di 7’ê hezîranê de pêk were

Parlamentoya Ewropayê, bo pêkanîna 5’emîn konferansa Dêrsîmê 35-38’an diyar kir ku dê di 7’ê hezîranê de pêk bîni. Konferansa ku dê bi ser navê ‘Dêrsîm: Ji 1935-38’ heta roja me- rola hiqûqa navneteweyî û komara Tirkiyeyê’ bê lidarxitin. Dîroknas, siyasetmedar, hiqûqnas, rojnameger, nivîskar, parlamnenterê endamên TBMM û AP û mexdur, şahidên demê dê tevli konferansê bibin.

Komîsyona amadekar a Konferansa Dêrîmê 35-38 daxuyanî dan û diyar kirin ku komara Tirkiyeyê di navbera salên 1935-38’an de li hemberî Dêrsîmê bi ‘kanûnên Tuncelî’, ‘Tedîp’, ‘ Tenkîl’, ‘Tehcîr’ polîtîka meşandine û encamên vê gelek giran bû.

Di daxuyaniyê de wiha hat got: “Di navbera 1937-39’an de li Dêrsîmê polîtîkayê qirkirinê bi sîstematîk hatin meşandin. 13 hezar û 806 kesî jiyana xwe ji dest da. 12 hezar kesî koçî bajarên rojava yên Trkiyyeê kirin. Li gorî daneyên ne fermî nêzî 70-90 hezar kes mirine. Bi dehhezaran hatine sirgunkirin. Dîsa bi hezaran zarokên Dêsrîmê hatin destserkirin û kirin xizmetkarên serbazan. Her wiha Seyîd Riza û kurekî wî jî di nav de 7 kes hatin darvekirin. 74 sal şûnde serokwezîrê tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan got ku tiştê li wir hatine jiyîn komkujiye û lêborîn xwestibû.”

Her wiha di daxuyaniyê de hate destnîşan kirin ku ew wekî newiyên qurbanên qirkirina 38’an a Dersîmê lêborînê girîng dibînin lê ev têr nake û wiha gotin: “Em li vir bangî komara tirkiyeyê dikin. Bila bi vê komkujiyê re bê rû hev. Wendahiyên madî, manevî bi dawî bike. Her wiha polîtîkayên îmha, înkar û asîmîlasyonê demildest bi dawî bike. Ligel vê dewletên ku bi berpirsyariya wan di vê qirkirinê de heye bila bi dîrok û mirovahiyê re bê rû hev.

Di dawiya daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Parlamentoya Ewropayê, bo pêkanîna 5’emîn konferansa Dersîmê 35-38’an diyar kir ku dê di 7’ê hezîranê de pêk bîni. Konferansa ku dê bi ser navê ‘Dêrdîm: Ji 1935-38’ heta roja me- rola hiqûqa navneteweyî û komara Tirkiyeyê’ bê lidarxitin.

Konferans dê li avahiya Parlamentoya Ewropayê ya Brukselê saet di 09.00’an de dest pê bike û 18.30’an bi dawî bibe.

Konferans dê di bin çar sernavan de pêk were;

-1935-38 komkujiya Dêrsîmê: Perspektîfa dîrokî û nêzîkatî

- Diyarkirina berpirsyariya hiqûqî û rêya ku divê bê şopandin

-Derxistina rastiyan û lihekvirin- hawira aştiyê. Êşa Dêrsîmê û helwesta partiyên siyasî yên Tirkiyeyê.

- Li Tirkiyeyê mafê kêmaran û newekhevî: Elewî û pirsgirêka kurd.

Koma kesk û koma çepgir a Parlamentoya Ewropayê konferansê pêk tîne û her wiha bi saziyên ermenî, yahudî, suryanî re; komeleya li dijî Genosît a DêrsÎmê, Cemiyeta ji nû ve Înşakirina Dêrsîmê, komeleya kurmeşliya û ferdeasyona elewiyan piştgirî dide konferansê.

Kesên dixwazin tevli konferansê bibin dikarin serî li navnîşana [email protected] bidin.