4 girtiyan li Girtîgeha Tokatê jî dest bi çalakiya birçîbûnê kirin

4 girtiyan li Girtîgeha Tokatê jî dest bi çalakiya birçîbûnê kirin

4 girtiyan li Girtîgeha Tipa T ya Tokatê ji bo tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar bikin û azadî, tenduristî û ewlehiya Ocalan bêne pêkanîn dest bi çalakiya gireva birçîbûnê kirin.

Di 12'ê Îlonê de girtiyên ji doza PKK'ê û PAJK'ê girtî ji bo tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar bikin, ji bo daxawzên Ocalan yên azadî, tenduristî û ewlehiyê pêk binin, dest bi gireva birçîbûnê kiribûn.

Gireva birçîbûnê ya bêdem û bêdoveger her ku diçe belav dibe. Li Girtîgeha Tipa T ya Tokatê ji bi heman armancê 4 girtiyên Emin Fidanci, Murat Tursun, Recep Guler û Îlyas Efe ji 15'ê Cotmehê de dest bi gireva birçîbûnê kirin.