36. salvegera damezrandina PKK'ê li Moskowê hat silavkirin
36. salvegera damezrandina PKK'ê li Moskowê hat silavkirin
36. salvegera damezrandina PKK'ê li Moskowê hat silavkirin
36. salvegera damezrandina Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) li paytexta Rûsya Moskowê bi şevekê hat silavkirin.
36. salvegera damezrandina PKK'ê, li paytexta Rûsya Moskowê bi şevekê hat silavkirin. Şeva li Mala Çandê ya Lûnaçarskî, ku rastî eleqeyeke mezin hat bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna cangoriyên têkoşîna azadiyê destpê kir.
Axaftina vekirinê ji aliyê nûnerê KCK'ê yê li Rûsyayê Ferman Garzan ve hat kirin. Garzan di axaftina xwe de bal kişand ser rola PKK'ê ya di vejîna gelê Kurd de û destnîşan kir ku PKK'ê ji bo gelê Kurd û Kurdistanê bûye mîladeke nû.
Garzan da zanîn, ku bi saya zanistî û hêza PKK'ê, gelê Kurd îro li Şengal, Kobanê û tevahiya KUrdistanê têkoşîneke serketî dimeşîne.
Nûnerê PYD'ê yê li Rûsyayê Abdulselam Mûhammed dûre mafê axaftinê wergirt û anî ziman, ku bi saya rêxistinbûyîna PKK'ê îro li Rojavayê Kurdistanê şoreş bi awayekî serketî dimeşe.
Li ser navê organîzasyona jinên a Moskowê Dîlbera Rustem jî bal kişand ser rola PKK'ê di pêşxistin û zanekirina jinên Kurd de û got, "PKK tevgereke jinê ye."
Li dû axaftinan bi dorê hunermendên herêmî Apê Mulazim û Mîrzaxa Mamedov, ji Ewropayê Hozan Ayhan, ji Kurdistanê Hozan Melek Rojhat û Seyda Perînçek derketin ser dikê û berhemên xwe pêşkêş kirin.
Şev bi dirûşmên "Bijî PKK", "Bijî Serok Apo", "Bijî Berxwedana Kobanê", "Bijî Berxwedana Şengalê", "Bijî HPG, YPG û YPJ" bi dawî bû.