33 ciwan tevlî nava refên YPG'ê bûn

33 ciwan tevlî nava refên YPG'ê bûn

33 ciwanên li Efrînê perwerdeya xwe temam kirin, bi merasîmekî tevlî refên YPG'ê bûn.

Li Efrînê, 33 ciwanên di dewreya perwerdeyê ya bi navê Ş. Sîwar a Akademiya Ş. Xebat de perwerdeya bingehîn dîtin, bi awayekî serketî mezûn bûn û bi merasîmeke leşkerî tevlî refên YPG'ê bûn.

Ciwanan di dewreya perwerdeyê de, ji aliyê leşkerî û îdeolojîk ve xwe perwerde kirin. Merasîma leşkerî ya mezûniyetê jî, bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna cangoriyên şoreşê destpê kir.

Fermandarê YPG'ê yê li merasîmê axivî bal kişand ser gef û êrîşên Şoreşa Rojava pê re rû bi rû ye û bang li hemû ciwanan kir, ku bi berpirsyariya parastina gel û xaka xwe rabin.

Li dû axaftinê, 33 ciwanên mezûn bûn soza dilsoziya bi şoreş û nirxên gel dan û tevlî nava refên YPG'ê bûn.