31 sal bi şûn de ji girtîgehê derket

Îzzettîn Sevîlgen ku sala 1992’yan li Sêrtê hat girtin û dadgeha leşkerî cezayê heta bi hetayê lê birî, 31 sal bi şûn de ji girtîgehê derket.

Îzzettîn Sevîlgen 14’ê hez3irana 1992’yan li navçeya Dihê ya Sêrtê ji aliyê Dadgeha Ewlekariyê ya Dewletê (DGM) ve bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” û “xerakirina yekitî û tevahiya dewletê” cezayê heta bi hetayê lê birî. Sevîlgen 15’ê Hezîrana 1992’yan cezayê xwe xelas kir. Lê belê berdana wî bi hinceta “lêferzkirina poşmantiyê” bi 3 mehan, bi 4 mehan, bi 5 mehan û bi 6 mehan hat taloqkirin. Sevîlgen ê ku “lêferzkirina poşmantiyê” red kir duh bi şev ji Girtîgeha Gîresûnê ya Tîpa E’yê hat berdan. 

Sevîlgen îro li Sêrtê bi girseyî hat pêşwazîkirin. Sevîlgen di şahiya pêşwaziyê de axivî û got: “Hevalên me yên li girtîgehan li ber xwe didin. Silavan li we hemûyan dikin. Hêviya me ew e ku hemû heval bên berdan. Hûn hemû bi ser çavê min re hatine.” 

Piştî axaftina Sevîlgen dengê çepik û tîlîliyan olan da û kevok hatin firandin. 

DI GELEK GIRTÎGEHAN DE MAYE

Sevîlgen ku 15’ê hezîrana 1992’yan tê binçavkirin, 40 rojan di bin çavan de tê hiştin û paşê ji aliyê DGM’a Amedê ve tê girtin. Heta niha li Sêrt, Amasya, Îzmîr, Şirnex, Erzirom û Gîresûnê di girtîgehê de maye.