3 Kurdên qetlîama Konya protesto dikirin, hatin girtin
Ji 10 kesên li Wanê êrîşa nîjatperest a li Konya ku ji heman malbatê 7 Kurd hatibûn qetilkirin, protesto dikirin, 3 kes hatin girtin.
Ji 10 kesên li Wanê êrîşa nîjatperest a li Konya ku ji heman malbatê 7 Kurd hatibûn qetilkirin, protesto dikirin, 3 kes hatin girtin.
Li Wanê, 10 kesên ku di 31'ê Tîrmehê de ji ber şermezarkirina Komkujiya Konyayê ya 7 ferdên malbata Dedeogûllari hatibûn qetilkirin şermezar kirin hatibûn destgîrkirin, piştî xebatên li miduriyeta polîsan derxistin edliyeyê.
Dozger, ji 10 kesên ku endama Meclîsa HDP’ê Hazal Karabey û Şêwîrmendê Parlamentera HDP'ê ya Wanê Mûazzez Orhan Sînan Ok jî di nav de, 4 bi daxwaza berdana şertê kontrola edlî û 6 jî bi daxwaza girtinê sewqî Dadgeha Cezayê ya Sûlhê kirin.
Dadgehê Mesût Bor, Hazal Karabey, Ferat Azan, Arjîn Tûncer, Çetîn Temel, Rojîn Varhan û Sînan Ok bi şertê kontrola edlî berdan û Rojhat Dûman, Nûrûllah Pekbay û Dilovan Dûrû jî bi îdîaya “Ji bo peywîrê nedin kirin li berxwe dan” û “Muxalefeta li dijî Qanûna Meşa Xwepêşandan û Civînê” girtin.