3 kesên ku êrişî HDP’ê kiribûn hatin destgîrkirin

3 kesên ku êrişî rêxistina HDP’ê ya Marmarîsê kiribûn, hatin destgîrkirin.

Di 14’ê Tîrmehê de di destê sibehê de êrişî rêxistina HDP’ê ya li Marmarîsê hatibû kirin.

Derbarê êrişê îfadeya Hevserokê navçeyê Guven Goknar hate stendin û Goknar giliyê êrişkaran kir.

Li gorî nûçeya ku Ajansa Mezopotamyayê spartiye parêzer ji xeynî êrişkar A.T.D sê kesên din jî hatine destgîrkirin.

Hate diyarkirin ev kesên hatine destgîrkirin xal û hevalê êrişkar A.T.D. û ajovanê teqsiyê ne.

Kesên hatin destgîrkirin birin Midûriyeta Emniyetê ya Bajêr a Mûglayê û biryara destgîrkirina ya ji bo 4 rojan hatiye dayîn.