3 endamên Meclîsa Ciwanan a HDP’ê hatin girtin
Li Wanê 3 endamên Meclîsa Ciwanan a HDP’ê hatin girtin.
Li Wanê 3 endamên Meclîsa Ciwanan a HDP’ê hatin girtin.
Di çarçoveya operasyona qirkirina siyasî de ya ku Serdozgeriya Komarê ya Wanê dabû destpêkirin di 13’ê Tebaxê de polîsan girtibûn ser malan û gelek kes destgîr kiribûn. Îfadeya 15 kesan a li emniyetê qediya û ev kes sewqî Dadgeha Wanê hate kirin. Piştî îfadeya wan a li dozgeriyê bi daxwaza girtinê sewqî Hakimtiya Cezayê Sulhê hatin kirin.
Di hakimtiyê de endamên Meclîsa Ciwanan a HDP’ê Ferhat Azan, Çetîn Temel û Rojîn Varhan hatin girtin û 12 kes jî bi şertê kontrola edlî hatin berdan.