27 girtiyên li girtîgehên Çûkûrova û Dîlokê bi armanca şertên ewlehî, azadî û tenduristî yên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bên sererastkirin û zextê li ser zimanê kurdî bi dawî bibin dest bi çalakiya gireva birçîbûnê ya bêdem û dorveneger.
Çalakiya gireva birçîbûnê ya girtiyên ji doza PKK û PAJK'î di 12'yê îlonê de dan destpêkirin ket roja 33'emîn û her diçe çalakî berfireh dibe. Piştî girtiyên bi navê Mehmet Şahîn, Mehmet Halît Oruç, Mehmet Dal, Mehmet Erbey, Murat Gul, Abdurrahman Çinar, Ahmet Bagdu, Azîz Kiliç, Bariş Yîgît û Cengîz Nergîz yên di 4'ê cotmehê li Girtîgeha Tîpa F ya Kurkçulerê dest bi çalakiya gireva birçîbûnê kirin, li girtîgehên din jî gelek girtî îro dest bi çalakiya gireva birçîbûnê dikin.
Girtiyên bi navê Gamze Erol, Aycan Ozdogan, Denîz Abukan, Ceylan Akgul, Kadriye Gulter ên li Girtîgeha Jinan ya Karataşê ya Edene, girtiyên bi navê Cihan Çoban, Cemîl Sayin, Mahsum Saglam, Murat Şîmşek, Nevzat Etîz, Suat Gunbeyi yên li Girtîgeha Tîpa H ya Hatayê, girtiyên bi navê Bazî Aslan, Mehmat Akar, Osman Bozkurt, Reşît Taş, Mazlum Kapan ên li Girtîgeha Tîpa T ya Osmaniyeyê û girtiyên bi navê Adnan Ozbey, Yunus Sîmîr, Vasfî Hoştaş, Ayaz Çete, Huseyîn Aslan ên li Girtîgeha Tîpa M ya Sîlîfkeyê bi riya malbatan daxuyanî dan û anîn ziman ku ew di 14'yê cotmehê de dest bi çalakiya gireva birçîbûnê ya bêdem û dorveneger dibin.
Girtiyên bi navê Mehmet Çelîk, Cevzet Derse, Muslum Demîr, Necmettîn Ayhan, Murat Gumuş, Eyup Çelîk, Mulazim Manyak, Şaban Şahîn, Mubarek Aku û Îlyas Arzu yên li Girtîgeha Tîpa H a Dîlokê di 24'ê îlonê de ji TUHADER'a Edene re name şandin û diyar kirin ku, wan dest bi çalakiya gireva birçîbûnê kiriye. Girtiyên heman girtîgehê koma duwemîn Hakki Aygun, Umît Beyaz, Cevat Yurdagul, Îsa Îpeklî, Alî Demîr û Mehmet Îpek jî bi riya malbatan daxuyanî dan û diyar kirin ku, ew di 14'ê cotmehê dest bi çalakiya gireva birçîbûnê dikin.