27'ê Mijdarê li Stockholmê bi kêf û xweşî hat pîrozkirin
Salvegera damezrandina PKK'ê li paytexta Swêd Stockholmê bi çalakiyekê hat pîrozkirin. Bi sedan Kurdistanî û dostên wan tevlî pîrozbahiyê bûn.
Salvegera damezrandina PKK'ê li paytexta Swêd Stockholmê bi çalakiyekê hat pîrozkirin. Bi sedan Kurdistanî û dostên wan tevlî pîrozbahiyê bûn.
Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Swêdê malovanî ji pîrozbahiyê re kir. Hevserokê navendê Hamît Bîten di destpêkê de axivî û anî ziman ku damezrandina PKK'ê cejna vejînê ye û got, di nava 40 salî de PKK'ê bi pêşengiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dîrok nivîsandiye.
Di pîrozbahiyê de, ciwanên Kurd bi alên PKK, KCK û wêneyên Ocalan ketin salona pîrozbahiyê. Beşdaran jî bi çepik û tilîliyan pêşwazî li ciwanan kirin.
SARIYILDIZ: SALVEGERA DAMEZRANDINA PKK'Ê LI MALBATÊN ŞEHÎDAN PÎROZ BE
Parlamenterê Şirnexê yê HDP'yî Faysal Sariyildiz li pîrozbahiyê axivî û bal kişand ser serhildêriya ciwanên Kurd a li zindanên Amedê. Sariyildiz got, "Ev ruh ev 40 sal in di kesayetiya gel de cih digire. Me ev yek li çiyê, bajar û gundan dît. Me li Rojava, li Kobanê di berxwedana bi hezaran hevalên me yên leheng de dît. Ev roj bi taybetî li hevalên me yên şehîd bûn, yên li ber xwe didin û li malbatên şehîdan pîroz be."
Faysal Sariyildiz anî ziman ku gelê Kurd û Tevgera Azadiyê ya Kurd ku bi hezaran şehîd dane, ti carî serî li ber dijmin netewandine û wiha dewam kir: "Ev berxwedan ne belasebep bû. Kurd bi pêşengiya PKK'ê ne tenê ji bo xwe, lê ji bo tevahiya gelên Rojhilata Navîn hewl didin jiyaneke nû ava bikin. Ev berxwedan bû hêvî ji gelên bindest re. Cîhanê tev em nas kir."
Sariyildiz bal kişand ser komkujiyên ku dewleta Tirk di dema berxwedana xwerêveberiyê de li Bakurê Kurdistanê kir û destnîşan kir ku tevî komkujî û sirgûnkirina bi sed hezaran Kurdî jî gelê Kurd serî netewandiye û rejîma AKP'ê jî di rojên dawî ye û mîna rejîma Saddam wê lê bê.
KOMÎTEYÊN ROJAVA: BERXWEDANA PKK Û YPG/YPJ'Ê JI BO ME BÛ ÎLHAM
Thomas Petersson bi navê Komîteyên Rojava axivî û bi bîr xist ku PKK a ji aliyê komek ji ciwanên Kurd hat avakirin, di nava 40 salan de veguherî partiyeke girseyî.
Petterson got, "Me ji berxwedan û têkoşîna PKK û YPG/YPJ'ê îlham girt. Me ji projeya konfederalîzma demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan îlham girt. Têkoşîna azadiyê ya jinên Kurd a li Rojava îlhamê dide gelan... Bijî PKK, YPG/YPJ."
Di şahiyê de hunermend Armanc, Hozan Comerd, Serhado, Bêrîvan Arîn, Dilşad, Koma Heval û Koroya Amara derketin ser dikê û hunera xwe pêşkêş kirin.
Partiya Azadiyê ya Mezopotamya, Komeleya Piştevaniyê û Koordînyona PJAK'ê ya Ewropayê jî peyam dan û piştgiriya xwe ya ji bo PKK û gelê Kurd nîşan dan.