26 sal ceza ji Farisogûllari re hat xwestin

Ji bo parlamenterê HDP’ê yê berê Mûsa Farisogûlları 26 sal ceza hat xwestin.

Rûniştina doza parlamenterê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mûsa Farisogûllari hat kirin. Rûniştin, li Dadgeha Cezayên Giran a 10’emîn a Amedê bû, Farisogûllari û parêzerên xwe tev lê nebûn.

Ji sûcê ‘’endamtiya rêxistinê’’ navbera 7 sal û 6 meh û 15 salan, ji sûcê ‘’propagandaya rêxistinê’’ navbera sal û sê mehan – 7 sal û şeş mehan, ji sûcê ‘’Rabûna ber li qanûna civîn û xwepêşandanan’’ navbera sal û şeş mehan – sê salan daxwaza cezakirina Farisogûllari hat kirin. Dozger daxwaza zêdekirina ceza kir.  

Şandeya dadgehê, ji bo Farisogûllari û parêzerên wî parastinê bikin, rûniştin taloqî 1'ê Kanûnê kir.