Di çerçoveya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorvegere yên ji hêla girtiyên ji doza PKK û PAJK'ê ji bo sererastkirina mercên ewlehî, tenduristî û azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û mafê demokratîk yên kurdan hatine destpê kirin de, ji 11 girtîgehan 232 girtiyên din jî dest bi greva birçîbûnê kirin.
Çalakiyên greva birçîbûnê yên bêdem û bêdorveger yên ji hêla girtiyên ji doza PKK û PAJK'ê ji bo sererastkirina mercên ewlehî, tenduristî û azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û daxwazên demokratîk yên kurdan bên qebûl kirin, çiqas diçe belav dibe. Di çerçoveya greva birçîbûnê de, girtiyên bi navê Mehmet Alî Kayadag, Kaya Yildiz, Mehmet Ateş, Erdal Bayram, Mehmet Uztaş, Emrah Saçik, Îlhamî Çinar û Husnu Aşan yên di Girtîgeha Tîpa L ya Kepsût ya Balikesîrê diyar kirin ku, wan dest bi greva birçîbûnê kirine.
Girtiyan di nameya nivîsandin de diyar dikin ku, yên ketine greva birçîbûnê ketine qawişekê cûda û têkiliya wan ya bi cîhana derve re hatiye birîn. Hate zanîn ku, girtiyan hefteyek berê dest bi çalakiyê kirine û hate diyarkirin ku, piştî ketine çalakiyê nameyên wan nayên dayîn. Girtiyan anîn ziman ku, girtîgeh sare û beteniyê nadin wan û bersiv nedane daxwazên wan ên pirsgirêkê wan yê sererastkirina qawişê bê sewax û bê boyaxkirî.
Her wiha 40 girtiyên di Girtîgeha Tîpa T ya Boluyê ku nû hatiye vekirin ragihandin ku, ketine greva birçîbûnê. Ji Girtîgeha Tîpa L ya Antalyayê jî Yucel Balyecî, Ekrem Hamûdî û Celal Çalişir diyar kirin ku, dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirine. Ji Girtîgeha Tîpa T ya Tokatê jî Emîn Fîdanci, Mûrat Tûrsûn, Recep Guler û Îlyas Efe jî aşkere kirin ku ew ji 15'ê cotmehê ve dest bi greva birçîbûnê kirine.
Hejmara girtiyên di Girtîgeha Tîpa M ya Baybûrtê jî ketine greva birçîbûnê gihişte 43 kesî.
Li Girtîgeha Tîpa M ya Baybûrtê piştî 6 kesên ji doza PKK'ê di 4'ê cotmehê ve ketibûn greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger, di 15'ê cotmehê de jî 10 jê jin 37 girtî dest bi greva birçîbûnê kirine. Girtiyê bi navê Mehmet Kiliç ku li ser navê 43 girtiyan daxuyanî da diyar kir ku, polîtîkayên AKP'ê her çiqas diçe welat dixe nava kaosê. Kiliç wiha pê de çû:
"AKP ya bûye dîktatoriya, muxalifên serî li ber daneyine bi artêşa taybet û polîsan diperçêxe û dijminahiya kurdan dike. Serokatiya me jî ligel hemû sîstema îşkenceyê ya Îmraliyê bi sebir û berxwedaneke mezin ji bo çareserkirina bi demokratîk û aştiyane ya pirsgirêka Kurd têkoşînê dide. Israrkirina di tecrîdê de israrkirina di şer de ye. Sedema herî mezinya xwîna li welat dirije israra AKP'ê ya di tecrîdê de ye. Em bi tu awayî tecrîda li ser serokatiya xwe qebûl nakin. Serokatiya me hinceta me ya mirin û jiyanê ye. Heta dawî li vê sîstemê neyê em dê ji her cûre bedeldayînê xwe nedin paş. Em di wê baweriya ku gelê me jî li dora zindanan bigihijin hev û her roj li qadan berxwedana xwe bidomîne. Li ser vê yekê di serî de malbatên me bang li hemû gelê me dikin ku bi serhildanan beşdarê berxwedana me bibin, dikin."
ÇALAKVANÊN GREVA BIRÇÎBÛNÊ YA GÎRESÛNÊ BÛN 11
Di Girtîgeha Tîpa E ya Gîresûnê girtiyên bi navê Mehdî Ay, Farûk Beyter, Zulkuf Gezen, A. Menaf Gezer, Fûat Bor, Ubeyît Şen, Mahmût Demîr û Aydin Akiş ji 5'ê cotmehê ve dest bi greva birçîbûnê kiribûn. Nûçegihanê DÎHA'yê Şahabettîn Demîr name şand û got: "Bi min re girtiyên bi navê Mesût Dîkme û Mûstafa Çakmaz jî di 15'ê cotmehê de tevlî çalakiyê bûn. Em bang li raya giştî dikin ku li hemberê daxwazên girtiyan bi hîstiyar bin."
DI GIRTÎGEHÊN EDÎRNE, KANDIRA Û BAKIRKOYÊ JÎ HEJMARA ÇALAKVANÊN GIRTÎ ZÊDE BÛN
Hate hînbûn ku, di Girtîgeha Tîpa T ya Edîrne de jî girtiyên bi navê Ercan Atay, Firat Avcil, Adem Orhan, Adem Şerîn, Tûran Şengul jî ketine greva birçîbûnê. Navê jinên girtî yên di Girtîgeha Jinan ya Bakirkoyê de ne ku ji 15'ê cotmehê ve di çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorvegerê de ne, wiha ye: Pervîn Yerlîkaya Babîr, Semra Karabaş, Hulya Yer, Nûrcan Yolvercan, Jiyan Polat, Yasemîn Aslan, Rûşan Gultekîn, Aysel Guler, Emel Çetîn, Şahnaz Akdogan, Meltem Yildirim, Belgînl Karaboga ye. Di Girtîgeha Tîpa F ya 1'emîn ya Kandirayê de jî girtiyên bi navê Îbrahîm Çeçen, Tûrgay Tokûr û Velat Sîner ji 15'ê cotmehê ve dest bi çalakiyê kirine. Girtîgeha Tîpa F ya 2'emîn Kandirayê jî girtiyên bi navê Cengîz Çîçek, Selahattîn Arslan, Azad Metîn, Ahmet Soysal û Sadûn Solhan jî ji 16'ê cotmehê ve dest bi greva birçîbûnê kirine.
HEJMARA ÇALAKVANÊN DI GIRTÎGEHA TÎPA F YA 1'EMÎN KIRIKLARÊ DERKETE 89'AN
Di Girtîgeha Tîpa F ya 1'emîn ya Kiriklarê de ji roja 3'ê cotmehê ve Necdet Kaya, Cengîz Dogan, Serdar Taşkin, Yakûp Yalçin, Denîz Atli, Mehmet Halîs Vûral, Mûstafa Sevîm, Ozan Esen û Bûnyamîn Surme ketibûn greva birçîbûnê. Di 13'ê cotmehê de jî girtiyên bi navê Ferhat Gokmen, Mekan Aslan, Zekî Bûlût û Mesût Ozcan tevlî çalakiyê bûn.
Di nameya ji girtîgehê hatî şandin de tê diyar kirin ku, di 15'ê cotmehê de 76 girtiyên din tevlî bû û bi wan re jî hejmara çalakvanên di Girtîgeha Tîpa F ya 1'emîn Kiriklarê derkete 89'an.
Di Girtîgeha Tîpa F a 1'emîn ya Kiriklar de navê girtiyên ku di 15'ê cotmehê de ketine çalakiya greva birçîbûnê evin:
Ozgur Guclu, Mûrat Makas, Farûk Kara, Erdîn Baran, Mûhammet Kizilay, Mehmet Şerîf Surem, Hayrettîn Adak, Ramazan Atabey, Yûsûf Aydin, Bulent Koç, Şiyar Atkan, M. Zaîr Vûral, Can Sîner, Nedîm Ozalp, Nîmet Yilmaz, Mahsûn Ozen, Ûfûk Aydin, A. Selam Avci, Farûk Tastan, Îdrîs Yuksel, Mahsûn Tûnç, Mazlûm Tûnç, Fatîh Kûrt, Bariş Okûtûcû, Dîkran Çelîk, Mûsa Demîrhan, Behrûz Sûcas, Behrûz Akgûl, Cevat Altinkaya, Gokhan Donmez, Mûharrem Yavûz, Battal Battaloglu, Erdî Açikalin, Îbrahîm Yagiz, Sedat Sezgîn, Mehmet Surme, A. Îhsan Dost, Îrfan Sariboga, Huseyîn Tûnç, Mazlûm Ozçakici, Îsmaîl Karasû, Ferît Çelîk, M. Halîm Oral, Adnan Agdede, M. Emîn Karatay, Serkan Kaplan, Îsmaîl Polît, Bekîr Kiliçarslan, Semîh Ersonmez, Ûmût Yildirim, Ferît Ezmet, Osman Tekîn, Ahmet Batûr, Davût Demîr, Emrah Kandemîr, Îbrahîm Halît Kaya, H. Îbrahîm Bûdak, Agît Akdogan, Cengîz Îbdîl, Cîhan Tûran, Nîhat Bayik, Îbrahîm Tekîn, Veysî Kaya, Seyfettîn Yavûz, Eyup Aygen, Bişar Dagi, Nejdet Yildirim, Basrî Abî, Veysî Kaya Mehmet Aslan, Yaşar Sîncar, Memdûh Yildiz, Mûstafa Sayan, Yasîn Dîlîm, Mehmet Yildirim û Nîhat yê ku navê wî nehate hînbûn.