21 girtiyên li 1 û 2'emîn girtîgehên Tîpa F ya Tekîrdagê dest bi çalakiya gireva birçîbûnê ya bêdem û dorveneger kirin.
Çalakiya gireva birçîbûnê ya bi armanca şertên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên ewlehî, azadî û tenduristî û mafên gelê Kurd ên demokratîk bên qebûlkirin ya di 12'yê îlonê de destpê kir û berdewam dike.
21 girtiyên li 1 û 2'emîn girtîgehên Tîpa F ya Tekîrdagê bi heman armancê di 15'ê cotmehê de dest bi çalakiya gireva birçîbûnê kirin. Li gorî agahiyan, li 1'emîn Girtîgeha Tîpa F ya Tekîrdagê Denîz Kurtay, Tahsîn Barutçu, Lokman Coşkun, A. Rahîm Îzgîn, Alîhan Bayar, Cengîz Çelîk, Hakan Adiguzel, Îsmaîl Çelîk, Mehmet Gucîn, Mahmut Balî, M. Emîn Dagli; li 2'yemîn Girtîgeha Tîpa F ya Tekîdagê jî Metîn Înce, Kahraman Akacik, Murat Ozturk, Bîlal Nargîle, Omer Yilmaz, Mahsun Buyukkaya, Mahsun Dima, Sercan Avşar, Omer Çapin û Erkan Ozdemîr dest bi çalakiya gireva birçîbûnê kirin.