12 sal in rojnameya Ronahî digihîne gel

Mihemed Xêr Çolî piştî derketina rojnameyê 12 sal in belavkeriya wê dike. Derî bi derî, tax bi tax geriya û xizmeta şoreşê kir û ji bo rojname bigihîne gel ked da.

Rojnameya Ronahî ku di 16'ê Cotmeha 2011'an de li Helebê dest bi weşana xwe kir, bi zimanên Erebî û Kurdî bi taybetî di beşên siyasî, jin, civak û jiyan, ekolojî, tenduristî, werzîş û quncnivîsan de digihêje ber destê xwînerên xwe. Rojnameya Ronahî ku ji aliyê gel bi eleqeyek mezin tê xwendin, ji Şehba heta Dêrîkê û herêmên rizgarkirî (Reqa, Tebqa, Dêrezor û Minbicê) tê belavkirin û tîraja wê bi giştî 10 hezar û 200, bi kurdî 3 hezar û 900 e û bi erebî jî 6 hezar û 300 e.

Ev geşedanên piştî şoreşê yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê di encama tecrubeyên berê heta niha derketine holê. Stûna herî bingehîn a Tevgera Azadiya Kurdistanê ku weke xebateke ajîtasyon û propagandayê dest pê kir, karê çapemeniyê bû. Ji bo vê jî Tevgera Azadiyê di asta navendî de xebat girt û di vî warî de kadroyên xwe yên herî pêşeng bi cih kir. Bi vî awayî ji Mazlum Dogan heta Gurbetellî Ersoz, ji Alîşêran heta Seyît Evran kevneşopî û bîranîna çapemeniya azad derket holê. Di hawireke ku rojnamevan li nîvê kolanê hatin qetilkirin, buroyên rojnameyê hatin bombekirin û rê li ber çapkirin û weşandinê hat girtin, belavkarên rojnameyê derî bi derî geriyan û bi ked û fedekariyê erk û berpirsyariyên xwe bi cih anîn. Ji Halîl Adanir ê ku di destpêka salên 90'î de dema ku kevneşopiya çapemeniya azad ava bû, belavkarê yekemîn ê ku hate qetilkirin, heta Kadrî Bagdu yê ku weke belavkarê herî dawî yê rojnameyê hate qetilkirin bi giştî 17 belavkar hatin qetilkirin ku navên xwe di nava rûpelên dîrokê de neqişandin. Îro jî mîna Mihemed Xêr Çolî, li ser şopa "Generalên Biçûk" ê Apê Musa, bi dehan belavkar dimeşin.

BI BIRYARDARÎ BERÊ XWE DA ŞOREŞÊ

Belavkarê Rojnameya Ronahî ku yekemîn rojnameya şoreşê ye, Mihemed Xêr (27) ji bajarê Hesekê ye. Mihemed bi rêya komuna ku bi Şoreşa Rojava hatiye avakirin, gihişte Rojnameya Ronahî. Mihemed ji 15 saliya xwe ve ji bo gelê xwe û şoreşê karê belavkariya rojnameyê dike. Mihemed ku li Hesekê dest bi belavkirina rojnameyê kir, di şerê sala 2015'an de di navbera YPJ-YPG û çeteyên DAÎŞ'ê de û di encama bomberdûmanên çeteyên DAÎŞ'ê de malê wan hatibû hilweşandin. Mihemed Xêr û malbata xwe ku ji ber şer neçarî koçberiya navxweyî bûn, derbasî Qamişlo bûn. Di zarokatiya xwe de ji ber pirsgirêka tenduristiyê ji ber ku fonksiyona damarekê di mejiyê wî de naxebite, bi cîhazeke jiyana xwe didomîne. Pirsgirêka tenduristiyê ya Mihemed ku ev 12 sal in rojname belav dike, nebû asteng ku xizmetê ji şoreşê re bike.

BI BELAVKIRINA ROJNAMEYA GEL SERBILIND BÛ

Mihemed Xêr anî ziman ku ew bi serbilindî belavkarê rojnameyê dike û got, “Roja yekem ku min dît rojnameyeke ku xîtabê gelê me dike, ez kêfxweş bûm. Ji şoreşê re xizmet dikir. Xwedî li gel û zimanê xwe derdiket.”

Mihemed bal kişand ku çanda xwendina rojnameyan beriya şoreşê li Rojava nebû û wiha dewam kir: “Rojnameyên heyî rojnameyên xizmeta hikûmeta Baasê dikirin. Xîtabê gel nedikirin. Ne di asta ku gel ronî bike û rê nîşan bide de bû. Çanda xwendina rojnameyan bi şoreşê re dest pê kir û belav bû."

FIRSENDEK BÛ KU BI GEL RE TÊKILIYÊ DEYNE

Mihemed da zanîn ku ji salên destpêkê yên belavkirinê ve bertekên gel erênî bûne û got, “Gel ji çapkirina rojnameyekê ku xîtabê wan dike, kêfxweş dibûn. Weke belavkarên rojnameyê me bertekên gel dipîva. Digotin ji bo pêşketina siyasî, civakî û çandî ew aliyê wê yê esasiye.”

Mihemed ê ku got, “Beşdarbûna xwe bi xwe xizmetek ji bo şoreşê bû” û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ez weke rojnamevanekî di nava gel de tevdigerim. Kuçe bi kuçe, tax bi tax û mal bi mal digerim. Baş e ku mirov rasterast bi gel re di têkiliyê de be û wan ji nêz ve nas bike. Rojnameya Ronahî di warê parastina ziman, çand û mîrateya xwe de yek ji gavên destpêkê bû."