12 ciwan tevlî YBŞ'ê bûn

12 ciwan tevlî YBŞ'ê bûn

Li Çiyayê Şengalê 12 ciwanên Êzidî dewreya bi navê Şehîd Zinar bidawî kirin û tevlî refên Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) bûn.

Duh (18.11.2014) dewreya Şehîd Zinar a Akademiya Derwêşê Evdî ya li Çiyayê Şengalê qediya. 12 şervanên YBŞ’ê mezûn bûn. Di merasîma mezûnbûnê de gelek gerîllayên HPG, YJA-Star û şervanên YBŞ’ê amade bûn.

Piştî merasîma mezûniyet û merasîma leşkerî, şervanên YBŞ’ê bi xwendina helbest û gotina stranan şahiyek li dar xistin. Merasîmê bi gerandina govenda şervanên YBŞ’ê berdewam kir.