113 zarok hatin îşkencekirin!
113 zarok hatin îşkencekirin!
113 zarok hatin îşkencekirin!
ÎHD’ê bi wesîleya 20’ê Mijdarê Roja Mafên Zarokên Cîhanê daxuyaniyek da û diyar kir ku 49 zarok di girtîgehan de, 64 di binçavan de hatin binçavkirin. ÎHD’ê bi bîr xist ku 129 zarok rastî destdirêjiya zayendî hatine û da zanîn ku tecawizkarên zarokan bê ceza dimînin.
Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) bibîr xist ku 20’ê Mijdarê Roja Mafên Zarokên Cîhanê ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve hatiye qebûlkirin û da zanîn ku kesên herî zêde ji mafên xwe têne kirin zarok in. ÎHD’ê destnîşan kir ku binpêkirinên mavan ên di girtîgehan de êdî bi awayekî sîstematîk berdewam dikin û got: “Wezareta Dadê, Midûriyeta Ceza, rayedarên girtîgehên zarokan li hemberî destdirêjiyên zayendî yên di girtîgehan de, tundî û tecawizan bê deng mane û guh û çavên xwe li tecawiz û tundiyê digirin.”
Li gorî serlêdanên di navbera 1'ê Çile 2014 û 19'ê Mijdara 2014'an de ji bo Komeleya Mafê Mirovan hatine; 49 zarok di girtîgehan de û 64 zarok jî di binçavan de li rastî îşkenceyê hatine. ÎHD’ê di daxuyaniya xwe de da zanîn ku di navbera van dîrokan de, 360 zarok di bûyerên civakî de hatine binçavkirin, 59 zarok hatine girtin û 42 zarok jî birîndar bûne.
ÎHD’ê di daxuyaniya xwe de got: “Li Roboskiyê zarok ji bo debara xwe qeçaxçîtiyê dikirin, li Stenbolê jî zarokên ji bo nan derdikevin têne kuştin. Nikarin li cihê ku dixwazin bilîzin, ji ber ku mayinên nehatine paqijkirin tên bîra wan. Gelek caran ji bo kuştina wan fermana kuştinê tê dayin û dibêjin ‘Zarok jî bin bikujin’. Lê li hemberî van bûyeran ti lêpirsîn nayên kirin û doz li wezîfedarên gelemperiyê yên berpirsyar nayê vekirin. Dozên tên vekirin jî bi beraetê bi dawî dibin. Ji bo zarokên bi destê dewletê têne kuştin edalet tune ye.”
ÎHD’ê diyar kir ku ji 1’ê Çileya 2014 heta19''ê Mijdara 2014'an 129 zarok ji aliyê malbat û kesên ji derveyê malbatê ve rastî destirêjiyên zayendî hatine û tecawizkarên zarokan jî bê ceza hatine hiştin.
ÎHD’ê bang li mirovên gihiştî kir û got: “Dema biryarên têkildarî zarokan tê girtin, divê gotin û nêrîna zarokan jî li ber çavan bê girtin. Divê zarok ne li gorî kêfa mezin û dewletan, lê divê zarok bi xwe ji bo cîhana xwe biryarê bidin.”