KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
‘Pêngava Cenga Heftenînê’ hate destpêkirin
Fermandariya Eyaleta Heftînînê ragihand ku ‘Pêngava Cenga Heftenînê’ dane destpêkirin. Di çarçoveya çalakiyên pêngavê de bi qasî hate tesbîtkirin 8 leşker hatin kuştin. -
Kedkar,dirûst û jiyaneke helbestî: Şehîd Delîl Qamişlo
Alîşer Koçgirî behsa Şehîd Delîl Qamişlo kir û got, ''Kesekî dirûst, kedar bû, xwe pêş ve dibir û li ser hevrêtiyê qet kêm tevnedigeriya. Xwedî jiyaneke helbestî bû.'' -
Dag: Ji bo azadiya vê axê çi hewce be, em ê bikin!
Parlementera HDP’ê ya Amedê Dêrsim Dag di Nobeta Demokrasiyê ya Mêrdînê axivî û got “Em xwedî li şaredarî û îradeya xwe derdikevin. Ji bo aştî û azadiya vê axê çi ji destê me were, em ê bikin.” -
Emer Seîd Elî dîsa bû serokê Goranê
Emer Seîd Elî dîsa bû serokê Tevgera Goran. -
Mamosteyên Kerkûkê: Hikumeta herêm û Iraqê xwe weke berpisyar nabînin
Tevî ku sala nû ya perwerdeyê dest pê kir jî lê heta niha pirsgirêkên perwerdehiya zimanê Kurdî li KerkûKê nehatiye çareser kirin. Mamosteyên Kerkûkê diyar kirin ku hikumeta herêm û Iraqê xwe weke berpisyar nabînin. -
Çalakiya dayikên Mexmûrê di roja 14'an de ye
Berxwedan û çalakiya rûniştinê ya Dayikên Aştiyê yên Mexmûrê ku li dijî ambargoya li ser kampê dane destpêkirin di roja 14'an de didome -
Li Wanê 6 kes hatin girtin
Li Wanê di operasyonên qirkirinê siyasî de Hevseroka HDP’ê ya Bajêr Yadîşen Karabûlak jî di nav de 6 kes hatin girtin. -
Rewşa Awarte bi qeyûm hate mayindekirin
Piştî desteserkirina Şaredariya Mezin a Wanê ya HDP'ê kontrolên rê yên di navbeyna Colemêrg, Wan, Agirî û Bedlîsê de zêdetir bûn. Herêm hema hema hatiye dorpêçkirin. -
Ji ber êrîşên dewleta Tirk ziyanek mezin gihişte mizgeftê
Balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker bombe li derdorî gundê Rezwêlke ya girêdayî Çoman a Başûrê Kurdistanê barand. Di êrîşê de ziyanek mezin gihişte mizgefta gund. -
Nobeda Demokrasiyê ya li Wanê di roja 26’na de ye
Nobeda Demokrasiyê ya ji roja desteserkirina şaredariyên HDP’ê ya bi destê qeyûman hatibû destpêkirin di roja 26’an de dewam dike. -
HPG: Li Mêrdînê dagirker tar û mar bûn
Gerîlayên HPG/YJA Star li Mêrdînê derbên pir xurt li artêşa Tirk a dagirker da. Di çalakiyên hate kirin de Midûrê Şaxê POH’ê yê Mêrdînê Tûfan Kansûva jî di nav de 8 POH, 5 leşker û 2 kontra hatin kuştin. -
Cenazeyê Efe ku wesayîta zirxî ew qetilkirîbû hate veşartin
Cenzeyê Efe Tektekîn ê 6 salî ku wesayîta zirxî ya polîsan ew qetilkirîbû hate veşartin. Bav Ahmet Tektekîn wiha got; “Kurê min 6 salî bû, li pêş çavê min hate qetilkirin. Salek borî jî polîsan bi TOMA bavê min kuştin.” -
Berxwedana Amedê didome: Divê Amed dengê xwe bilind bike!
Li Amedê berxwedana li dijî darbeya qeyûm di roja 26'an de didome, îro endamên meclîsa şaredariyê ya Şirnexê jî destek dane çalakiyê. -
Li Mêrdînê banga berxwedan û yekîtiyê hate kirin
Li Mêrdînê çalakiya li dijî desteserkirina şaredariyan di roja 26'an de ye. Di çalakiyê de banga berxwedan û yekîtiyê hate kirin. -
Meşa dirêj di roja dawî de ye
Meşa dirêj ku bi dirûşma "Bi Rêbertî bimeşe, Faşîzmê têk bibe" di 9'ê Îlonê de li Bonnê dest pê kir wê îro bi dawî bibe. -
Li Pasûrê 2 kes hatin destgîrkirin
Piştî teqîna ku duh li Pasûrê çêbû hevserokê HDP yê navçeya Pasûrê Abidîn Karaman û rêveberê karûbarên fenê yê şaredariya Pasûrê Şener Aktaş hatin destgîrkirin. -
Li Pîranê 2 kes hatin girtin
Li Pîranê 2 kesên ku bi operasyona leşkerî hatibûn destgîrkirin hatin girtin. -
Zarokê ku wesayita zirxî xwe lê qelibandî şehîd bû
Li Amedê 11'ê Îlonê zarokê bi navê Efe Tektekîn ku wesayita zirxî ya polîsên Tirk xwe li qelibandî şehîd bû. -
'Dewletê bi qeyûman bersiv da bangên ji bo aştiyê'
Parlamentera HDP'ê Ayşe Surucu diyar kir, ku Rêberê Gelê Kurd Ocalan ji nû ve hatiye tecrîdkirin û got, dewletê bi talankirina bi qeyûman bersiv da bangên aştiyê. -
Leyla Guven: Careke din li pey kaosê ne
Hevseroka KCD'ê Leyla Guven anî ziman ku hem nehêlin bi rêk û pêk hevdîtin bi Ocalan re bê kirin, hem jî hewl didin kaosê biafirînin. Guven got, "Eger rewş bi vî rengî bidome, mîna ku Birêz Ocalan got, wê hêza darbeyê ji nû ve bikeve dewrê." -
Derman li nexweşxaneya Mexmûrê pir kêm bûne
Komîteya Tenduristiyê ya Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) bi daxuyaniyekê ragihand di peydakirina hinek dermanan de zoriyê dikişînin û dermanên li nexweşxaneyê pir kêm bûne. -
Li Pasûrê teqîn: 7 kes mirin- NÛ BÛ
Di encama teqîna li ser rêya bejahî ya navçeya Pasûr a Amedê pêk hat de 7 kes mirin. -
Li Amedê Nobeda Demokrasiyê: Tu kes nikare me!
Endamê MYK ê HDP’ê yê Karadenîz Huseyîn Taka yê di roja 25’an a Nobeda Demokrasiyê ya li dijî desteserkirina şaredariya Amedê de axivî, diyar kir ku sê çekên mîna têkoşîn, sebir û piştevaniyê ya HDP’ê heye û got: “Tu kes nikare me.” -
Nobeda Demokrasiyê ya Mêrdînê: Gotina dawî wê ya me be!
Nobeda Demokrasiyê ya li dijî qeyûman a li Mêrdînê didome. Parlementera HDP’ê Meral Daniş Beştaş got: “Me serî li ber darbeya 12’ê Îlonê netewand, em li ber we qet natewînin! Gotina dawî jî em ê bikin.” -
Li Xakurkê çalakî, li Dersimê jî operasyon û şer
Di çalakiya gerîlayên HPG/YJA Star ên li Xakurkê lidar xistin de leşkerek hatiye kuştin. Di şerê navbera leşkerên Tirk ên li Dersimê derketibûn operasyonê gerîlayan de 3 gerîla şehîd bûne.