KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
TUAY-DER: Tavil divê tîmên tenduristiyê biçin Îmralî
TUAY-DER a bal kişand ser gefa vîrûsa Koronayê, divê tavilê heyetek ku rêxistinên tenduristiyê yên serbixwe jî di nav de biçin Îmralî. -
Girtiyên HDP’yî ji derveyî tedbîrên ji bo vîrûsa Koronayê tên girtin
Hukûmeta Tirkiyê da xuyakirin ku veguhestinên di navbera girtîgehan de rawestandine lê girtiyên HDP’yî ji Mêrdînê sûrgûnê Rihayê kirin. -
Li Çewlikê 3 kes hatin destgîrkirin
Piştî operasyonên qirkirina siyasî ya li Çewlikê hate pêkanîn û şûnde Mehemt Morsumbûl ê 67 salî jî di nav de 3 kes hatin destgîrkirin. -
Newroz li Amedê bi coş hate pîrozkirin
Gel li navçeyên Pîran, Lice, Farqîn û Bismil ên Amedê Newroz bi meşale û şewitandina lastîkên wesayîtan pîroz kirin. -
Ciwanan li Binarê Qendîlê Newroz pîroz kirin
Ciwanan li gundên Binarê Qendîlê bi coşek mezin agirê Newrozê pêxistin û pîroz kirin. -
Doza Kurkut ê polîsan ew qetil kir bê ku pêk were, taloq kirin
Bê ku rûniştina doza têkildarî Kemal Kurkut ê di Newroza Amedê de ji aliyê polîsan ve hatibû qetilkirin, pêk were hate taloqkirin. -
Li Colemêrgê ji sedî 20 zam kete ser nan
Li Colemêrgê ya ku bêkarî û hejarî di asta herî jor de ye, ji sedî 20 zam kete ser nan. Gel nerazîbbûn nîşanî birayara Yekîtiya Odeya Esnafû Sendîkayan a Colemêrg û qeyûmê Colemêrgê yên li ser zamê girtine, da. -
Li gelek navendên Başûrê Kurdistanê Newroz hatin pîrozkirin
Li gelek navendên Başûrê Kurdistanê agirê Newrozê hate pêxistin û Newroz hate pîrozkirin. -
Ciwanan li kolanên Silêmanî agirê Newrozê pêxistin
Ciwanên Welatparêz û Jinên Ciwan ên Welatparêz li kolanên bajarê Silmanî agirê Newrozê pêxistin. -
Li Çiyayê Erek agirê Newrozê hate pêxistin
Li qontara çiyayê Erek ê Wanê agirê Newrozê hate pêxistin. -
Fermandariya YBŞ/YJŞ’ê Newroz pîroz kir
Fermandariya YBŞ/YJŞ’ê bi daxuyaniyeke nivîskî Newroz pîroz kir û got: “Bihara gelê Rojhilata Navîn jî Newroz e. Newroz ji nû ve avakirin, roja nû, nû raperîn û cejna azadiyê ye.” -
3 girtî di greva birçîbûnê de ne
Li gorî agahiyan li Girtîgeha Tîpa L a Espiye ya Gîresûnê 3 girtiyan bi dorvegerî dest bi greva birçîbûnê kirine. -
Peyama gerîlayên HPG'ê ji bo Newrozê
Gerîlayên HPG'ê Zinar Zagros û Wargeş Çavreş Newroz li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û gelan pîroz kirin û destnîşan kirin ku wê bi Newrozê re têkoşîna xwe xurtir bikin. -
Li Bazîdê leşkerekî Tirk hate kuştin
Gerîla li Bazîdê li leşkerên li ser girê li ber qereqola Serêkaniyê xistin. -
HDP: Em vê êvarê li şaneşîn û paceyên xwe li hev kom bibin
Berdevka HDP'ê Ebrû Gunay ji bo pîrozkirina Newrozê bang li her kesî kir ku îro êvarê saet di 20:20'an de bi lampeyên destan, telefonê û çakmakan Newrozê pîroz bikin. -
TUAY-DER: Li girtîgehan rîskeke mezin heye!
TUAY-DER'ê bal kişand ser gefa vîrûsa koronayê û diyar kir, girtîgeh paqij nînin, lewma girtî divê tavilê bên berdan. -
PKK: Em Newrozê bi berfirehî pîroz bikin
Komîteya Rêveber a PKK'ê, bêyî ku sivikatî li vîrûsa koronayê were kirin, ku gefê li hemû mirovahiyê dixwe, bang kir ku hemû astengî li pey xwe were hiştin û Newroz bi rengên guncav were pîrozkirin. -
Îmîr a HDP'î: Em ê xwedî li kevneşopiya Newrozê derkevin
Parlamentera HDP'ê Nûran Îmîr got, "Cara yekê ye ku em ê Newrozê bi rengekî girseyî pîroz nekin. Lê belê li her cihî em ê bi agirê Newrozê xwedî li piştevaniyê derkevin." -
Ciwanan li Silêmanî agirê Newrozê pêxistin
Ciwanên Welatparêz li navçeya Seyîd Sadiq a Silêmanî ya Başûrê Kurdistanê li çiyayê Seyîd Sadiq agirê Newrozê pêxistin û Newroz pîroz kirin. -
Amûrên paqijîyê nadin girtiyên siyasî
Dezenfektan û amûrên paqijiyê nadin girtiyên siyasî yên li Amedê. -
NPG: Em bi biryar in ku Newrozê bikin destpêka pêngaveke nû!
Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG): Em bi biryar in ku Newroza 2020'an bi berxwedanê, bi ruhê agirê Newrozê di şerê xwe yê gel ê şoreşgerî de bikin destpêka pêngaveke nû. -
KONGRA-GEL Newroz pîroz kir
Dîwana Hevserokatiya KONGRA-GEL’ê Cejna Newrozê pîroz kir û diyar kir ku ji ber vîrusa koronayê Newroz bi girseyî nehatiye pîrozkirin lê agirê Newrozê di dilê me hemûyan de bilind dibe. -
KCD'ê li dijî vîrûsa koronayê Maseya Krîzê ava kir
KCD'ê li dijî vîrûsa koronayê Navenda Koordînasyona Krîzê ava kir û hin hişyarî da. -
'Civak bi ramanên Ocalan rêya xwe dibîne'
Aktivîsta TJA'yê Narîn Gezgor da zanîn ku Ocalan ji bo bingeha demokrasiyê xurt bike bi salane têdikoşe û got: "Fikir û ramanên Ocalan ji bo civakê û paşerojê, çareseriya demoratîk a alternatîf e. " -
Bayik: Armanca me divê Kurdistaneke azad a dûrî wesayetê be
Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik destnîşan kir ku divê baregehên Tirk ji holê bên rakirin û got, "Armanca me divê Kurdistaneke azad a dûrî wesayetê be."