KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Kalkan: Pêwîstî bi yekîtiya Kurdan û yekîtiya Rojhilata Navîn heye
Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan got, ji bo avakirina jiyana demokratîk pêwîstî bi yekîtiya Kurdan û yekîtiya gelên Rojhilata Navîn heye. Kalkan diyar kir, Erdogan di navbera paytextên rojavayî diçe û tê û Tirkiyeyê pêşkêş dike. -
Li Herêma Kurdistanê 10 nexweşên bi koronavîrusê hatin tespîtkirin
Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê diyar kir ku li herêma Kurdistanê 10 nexweşên koronavîrusê hatine tespîtkirin. -
Li herêma Kurdistanê heta 1'ê Nîsanê derketina derve hate qedexekirin
Wezareta Navxweyî ya Herêma Kurdistanê ji bo pêşî li belavbûna vîrusê bê girtin qedexeya derketina derve heta 1’ê Nîsanê dirêj kir. -
Gerîlayên YRK’ê Newroz pîroz kirin
YRK’ê di 21’ê Adarê de li ser çiyayên azad bi gurkirina agir û şahiyekê agirê Newrozê pêxistin û cejna Newrozê pîroz kirin. -
Li çiyayên Kurdistanê agirê Newrozê geş bû
Gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê li çiyayên Kurdistanê agirê Newrozê geş kirin. -
Agirê Newrozê li çiyayên Kurdistanê hate dadan
Agirê berxwedanê li çiyayên Kurdistanê geş dibe. Gerîlayên HPG û YJA Starê li qadên parastina medyayê cejna berxwedanê ya Newrozê pîroz kirin. -
Dagirkeran li Agiriyê derba giran xwarin: 25 leşker hatin kuştin
Gerîlayên HPG û YJA Starê li navçeya Bazîdê ya Agiriyê çalakî lidar xistin. Di encamê de 25 leşker hatin kuştin. -
Newroz li Rihayê hate pîrozkirin
Li navçeyên Xelfetî, Bêrecûk û Wêranşarê yên Rihayê Newroz bi komên biçûk hate pîrozkirin. -
Li Çewlikê operasyona leşkerî dest pê kir
Artêşa Tirk li gundê Şîrman û gundikên wê yên navçeya Adakliyê dest bi operasyonekê kir. -
Li Pirsûsê 9 kes di operasyona qirkirina siyasî de hatin destgîrkirin
Li Pirsûsê di operasyona qirkirina siyasî de 9 ciwan hatin destgîrkirin. -
'Newroz nîşaneya berxwedan û vejîna gelê Kurd e'
"Dewlata dagirker her tim bi armanca dagirkeriyê êrîşê nirxê gelê me dike lê li hember vê dagirkerî û desthilatdariyê her tim berxwedana gelê Kurd bi pêş dikeve. Ev berxwedaneke pîroz e û li hember dijmin serî rakirin e." -
Eksîk: Girtiyên siyasî divê tavilê bên berdan -NÛ BÛ
Parlamenterê HDP'î Habîb Eksîk got, kesên ku sûcên li dijî mirovahiyê û destavêtinê kirine ne di nav de, divê girtiyên siyasî hemû ji ber şewba vîrûsa koronayê bên berdan. -
Zor û zehmetiya li çiyê bi hevrêtiyê ji holê radibe
Gerîlayên YJA Starê destnîşan kirin ku li çiyê gelek zor û zehmetî hene, lê belê bi saya hevrêtiya pîroz a PKK'ê wan astengiyan ji holê radikin. -
Gel li Wanê bi govend û ronahiyan Newroz pîroz kir
Ji ber şewba koronavîrusê bernameya Newrozê hatibû betalkirin. Gel derket şaneşîn û banan û bi çepik û tilîlîyan Newroz pîroz kir. -
Li cihê Cemîl û Demhat lê şehîd ketibûn, ciwanan agirê Newrozê pêxistin
Ciwanên Welatparêz ên Kurdistanê li bajarê Silêmanî li ser çiyayê Ezmer li cihê ku Endamên KCK’ê Demhat Egîd (Seyîdxan Ayaz) û Cemîl Amed (Eser Irmak) ji aliyê balafirên dewleta dagirker ê Tirk hatibûn şehîdxistin, agirê Newrozê dadan. -
Li Şirnex û Qersê Newroz hate pîrozkirin
Li gundê Hespistê ya Hezexa Şirnexê û li bajaroka Pazarcik a Qersê agir hate dadan û Newroz hate pîrozkirin. -
Li Kerkûkê Newroz hat pîrozkirin
Tevî qedexeya hatin û çûyînê, welatiyên Kerkûkê agirê Newrozê pêxistin û cejn pîroz kirin. -
Pêwîstiyên bingehîn û yên paqijiyê yên girtiyan tên astengkirin
OHD’yê serdana girtiyên li girtîgeha Wanê kirin, da diyarkirin ku pêwîstiyên sereke û paqijiyê girtiyan tê asteng kirin. -
Xizmên girtiyan Newroz pîroz kirin
ÎHD û xizmên windayan Newroz pîroz kirin û diyar kirin ku wê dev ji têkoşîna heqîqet û edaletê bernedin. -
Li Xaçorta Wanê Newroz hate pîrozkirin
Li Taxa Xaçortê ya Wanê ciwanan Newroz pîroz kirin. -
Li Sûr û Peyasê pîrozbahiya Newrozê
Rêxistina navçeya Sûr û Peyasê ya HDP’ê Newroz pîroz kir. -
Di salekê de 58 kolber ji aliyê rejîma Îranê ve hatine kuştin
Tora Mafên Mirov ya Kurdistanê ragihand, di sala borî de 224 kolberên Kurd ji aliyê hêzên Rejîma Îranê ve hatine kuştin û birîndar kirin. -
Fermandariya Yekîneya Tolhildanê: Li Amêdiyê 6 leşker hatin kuştin
Fermandariya Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Bedran Gundikremo ragihand ku di çalakiya li dijî Qereqola Kanî Masî ya girêdayî artêşa TC’ê ya li navçeya Amêdî ya girêdayî Dihokê de 6 leşker hatine kuştin, 4 jî birîndar bûne. -
Fermandariya YRK’ê bi peyamekê Newroz pîroz kir
Fermandariya YRK’ê bi daxuyaniyeke nivîskî Newroz di serî de li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, gelê Kurd, gerîlayên azadiyê û gelên Îranê pîroz kir. -
Kemal Kurkut li cihê lê hate qetilkirin hate bibîranîn
Kemal Kurkut ê di Newroza 2017’an de li Amedê ji aliyê polîsan ve hate qetilkirin, li cihê lê hatibû qetilkirin hate bibîranîn.