KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Polîsan bi ser sê taxên Bismilê de girtin, êşkence kirin
Polîsên Tirk bi ser sê taxên navçeya Bismilê ya Amedê de girtin. Êşkence li xwediyê malê kirin, mal serûbinî hev kirin. -
Li dijî tecrîdê grêva birçîbûnê li Mexmûrê kete roja 115'an
Grêva birçîbûnê ya li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Mexmûrê kete roja 115'an. -
Mîmar Aydin: Êrîşê dibin ser bîra Sûrê
Mîmar Şerefxan Aydin têkilî polîtîkaya talanê ya li ser navçeya Sûrê û Baxçeyên Hewselê yên Amedê û got ''Divê hemû arestebûn hem ji aliyê aborî û hem polîtîk ve weke tinekirina bîrê werin dîtin.'' -
KNK'ê ji ber koça dawî ya nivîskar Ehmed Dilzar sersaxî xwest
KNK'ê helbestvan û nivîskarê Kurd Ehmed Dilzar bi bîr anî û got, "Heta rojgarên xwe yên dawiya jiyana xwe jî ûmêd û hêviya azadî û rizgariya Kurd û Kurdistanê li nik wî mijara sereke bû." -
Emîne Şenyaşar: Çima kes qîrîna me nabihîze?
Emîne Şenyaşar: Heta ku edalet bi cih bê anîn ez ê çalakiya xwe dewam bikim. Ez bimirim jî ez ê ji vir ranebim. -
Li Mêrdînê cinayeta kar: Karkerekî jiyana xwe ji dest da yek birîndar bû
Li navçeya Dêrika Mêrdînê, di cînayeta kar de, karkerek birîndar bû û yê din jî jiyana xwe ji dest da. -
HPG: Em rêhevalê xwe Devrîm Amargî bi hurmet bi bîr tînin
HPG’ê gerîlayê şehîd Mehmet Tokay (Devrîm Amargî) bi bîr anî yê ku di êrîşa dewleta Tirk a dagirker de di sala 2015’an de şehîd bûbû. HPG’ê got “Em sersaxiyê ji malbata hêja ya rêhevalê xwe yê şehîd û ji hemû gelê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin.” -
HPG: Ji hewayî li qereqola Girê hate xistin
HPG’ê diyar kir ku Hêzên Parastina Hewayî ya Şehîd Delal di çarçoveya pêngava ‘Dem dema azadiyê ye’ de ji hewayî ve li qereqola Girê dane. -
Nobeda ‘edaletê’ ya malbata Şenyaşar di roja 33’an de ye
Malbata Şenyaşar a hevjîn û 2 kurê wê hate qetilkirin li pêşiya avahiya Edaleta Rihayê di çalakiya nobeda ‘edaletê’ de ye, banga ‘Werin bi hev re edaletê pêk bînin.’ -
Pêşmergeyê Dêrîn Mihemed: A PDK li Şengalê dike daxwazên Tirkiyê ye!
Pêşmergeyê dêrîn ê Başûrê Kurdistanê Osman Mihemed diyar kir dewleta Tirk dixwaze êrîş û dagirkeriya xwe bi destê PDK’ê ne tenê li ser gelê Êzidî, di şexsê gelê Êzidî de li ser hemû gelê Kurd dixwaze pêk bîne. -
‘HDP ne partiya tabaleyê ye’
Welatiyên Wanî yên ji avabûna HEP’ê û vir ve di hilbijartina de deng dide kevneşopiya siyasî ya Kurdî, diyar kir ku HDP a daxwaza girtina wê tê kirin, ne partiyeke tenê ya tabaleyê ye. -
Heskiriya jiyana Avaşîn...
Gerîla Nalîn a digot; ‘Eger şehadetek bibe, divê li vir be’ herikî Avaşînê. Ji wê venêrîna heskirina jiyanê ya li Avaşîn ma. -
Li Kaniya Xezalan polîsan êrîşî 2 kesan kirin
Du kesên bi çek ku xwe weke polîs dan diyar kirin li navçeya Kaniya Xezalan a Rihayê, li nava kolanê êrîşî 2 kesan kirin û êşkence li wan kirin. -
Li Wanê 3 kes hatin girtin
Ji 5 kesên di operasyona qirkirina siyasî ya li navenda Wanê hate pêkanîn de hatibûn destgîrkirin, 3 jê hatin girtin. -
Jiyana girtiyên Behdînanê di metirsiyê de ye
Rewşa tenduristiyê ya mamoste Bedel Berwarî xirab e, 4 kes ên li girtîgeha Şêrwan Şêrwanî û hevalên wî lê ne jî bi şewba vîrûsê ketine. -
YBŞ’ê nasnameya şervaneke xwe eşkere kir
Fermandariya Giştî ya YBŞ’ê bi daxuyaniyekê nasnameya şervaneke xwe yê 4’ê Nîsana 2021’ê şehîd bûbû, eşkere kir. -
YPS'ê li navenda Agiriyê li dijî wesayita zirxî çalakî kir
Yekîneya Tolhildanê ya YPS'ê ya Şehîdên Glîdaxê li navenda bajarê Agiriyê li dijî wesayiteke zirxî ya artêşa Tirk a dagirker çalakî kir. -
Erka keya bi hinceta 'cih daye HDP'ê hate desteserkirin
Şaredarê Rişmilê yê AKP'î Hayrettîn Demîr, keya Çagdaş Araz bi 'dayina cih ji bo HDP'ê' sûcdar kir û li ser vê yekê keya ji wezîfeyê hate dûrxistin. -
Ronak Mecîd: Şengal aram e, piştgirî bidin Şengalê
Endama Desteya Rêveber a Tevgera Azadî Ronak Mecîd destnîşan kir ku Şengal aramî û aştiyê temsîl dike û bang li hêzên siyasî hemûyan kir ku piştgiriyê bidin daxwazên xelkê Şengalê. -
Neferê dilsoziyê: Şoreş Tetwan
Ewladên leheng ên gelê Kurd mîna lehiyek ji tirsê bi ser dijmin ve herikîn. Yek ji wan jî gerîla Şoreş Tetwan bû. Şoreş ku neferekî tevgera azadiyê bû, bi lehengî li ber xwe da û tevlî karwanê şehîdan bû. -
'Em berpirsyar in ku tola hevalê Zinar hilînin'
Dijwar Oremar qala fermandar Zinar Sason kir û anî ziman ku mirovekî gelekî dilnizm bû. Dijwar Oremar got, "Wekî hevalekî ku hevalê Zinar nas dike, em berpirsyarin ku tola hevalê zinar hil bidin." -
Yûsra Recep: Li gorî destûra bingehîn a Iraqê, xweserî mafê Şengalê ye
Parlamentera Parlamenta Iraqê Yûsra Recep serdana konê çalakiyê yê li Şengalê kir û got, li gorî qanûnên Iraqê mafê xelkê Şengalê ye ku bi rengekî xweser bijî û xwe biparêze. -
KCK: Em ê şopdarê rêbaza netewî ya Mamosta Îbrahîm Ehmed bin
KCK: Mamosta Îbrahîm Ehmed dibistanek mezin a siyaset, wêje, şoreşgerî û exlaqî ya Kurdayetiyê ye. Soz û peyman didin ta pêkanîna daxwazên mamostayê hêja em ê xebat û têkoşînê bikin. -
Gerîlayên YRK’ê Rojbûna Rêberê Gelê Kurd pîroz kir
Gerîlayên Yekîneyên Rojhilatê Kurdistanê (YRK) li çiyayên azad Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kirin. -
Parlemetera Iraqê Yûsra Recep serdana konê navenda Asayîşa Êzidxanê kir
Şandeya ku bi pêşengtiya Parlementera Parlementoya Iraqê Yûsra Recep duh serdana Şengalê kiribû, îro saetên sibê serdan TAJÊ kir û piştre jî berê xwe da Asayîşa Êzidxanê ku kol lê hatiye vedan.