KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Mexmûriyan serdana şîna Soro Gabar kir
Li Wargeha Penaberan a Mexmûrê ji bo gerîlayê HPG’ê Soro Gabar konê sersaxiyê hate danîn. Şêniyan serdana kon kirin û soza şopandina rêya şehîdan dubare kirin. -
HPG'ê nasnameya şehîdên Bestayê eşkere kir
HPG'ê nasnameya 5 gerîlayên jin ên li Bestayê şehîd bûn eşkere kir û got, "Hêzên me yên YJA Starê yên fedaî û pêşeng ku bi rengekî destanî li ber xwe dan, bûn rûpakiya jin ên azad û gelê Kurdistanê." -
Yekîneyên Tolhildanê li Amedê nokerek ceza kir
Yekîneyên Tolhildanê yên Mehmet Akar ên Bazên Metropolan ragihand ku şeva borî li Amedê kesekî ku ji dewleta Tirk re dixebitî, ceza kirine. -
'Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo em ê têkoşînê mezin bikin û bi ser bikevin'
Gerîlayên HPG û YJA Starê komploya navneteweyî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kirin û gotin, ji bo têkbirina komployê wê li ber xwe bidin. -
Şehîd Soro Gabar li Mexmûrê hate bibîranîn
Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) bi merasîmekî Gerîlayê HPG’ê Soro Gabar (Vedat Otun) hate bibîranîn -
Komîteya Azadî ji bo Ocalan a Başûr: Bi girseyî tevlî çalakiyan bibin
Komîteya Azadî ji bo Ocalan a Başûrê Kurdistanê bi daxuyaniyekê bang li hemû gelê Başûr, kesên azadîxwaz kir ku bi girseyî tevlî çalakiyên ji bo azadiya Abdullah Ocalan bibin. -
HPG: Leşkerekî Tirk ê dagirker hate cezakirin
Di çalakiya gerîlayên azadiya Kurdistanê de li Çemçoyê bi taktîka sûîkastê leşkerekî artêşa Tirk a dagirker hate cezakirin. -
HPG’ê Soro Gabar bi rêzdarî bi bîr anî
HPG’ê şehîd Soro Gabar (Vedat Otun) bi rêzdarî bi bîr anî û got: “Em di şexsê van şehîdên xwe yên leheng de, car din soza mezinkirina têkoşîna wan, bi serxistinê û jiyîna bîranînên wan didin.” -
‘Dewleta Tirk dijminê Êzidiyan e’
Desteya Oldarên Êzidiyan li Şengalê bi daxuyaniyekê ragihandin ku kesên îxanet li ola xwe kirine û divê werin cezakirin. -
Şehîd Berçem û Kînda li Şengalê hatin bibîranîn
Şehîd Berçem Turcel û Kînda Zîn ên li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bibûn, li Şengalê hatin bibîranîn. -
ÎHD: Li Wanê salekê herî kêm 1052 carî mafên mirovan hatin binpêkirin
Şaxê Wanê yê ÎHD'ê ragihand ku li bajêr di nava sala dawî de herî kêm 1052 carî mafên mirovan hatine binpêkirin, êşkence û êrîş hatine tespîtkirin. -
Çalakiya greva birçîbûnê li Mexmûrê didome
Şêniyên Mexmûrê çalakiya greva birçîbûnê ya li dijî tecrîda Îmraliyê, di roja 2’an de didomînin. Çalakgeran bang li gelê Kurd kir ku xwedî li doza Rêberê Gelê Kurd derbikevin. -
Berxwedana malbata Şenyaşar dewam dike
Berxwedana Malbata Şenyaşar didome. Daxwaza parêzerên malbatê ya yekkirina dosyayên "dikanê" û "nexweşxaneyê" hat qebûlkirin. -
HPG'ê şehîdên Cîlo bi rêzdarî bi bîr anî
HPG'ê 4 gerîlayên li Cîlo di sala 2017'an de şehîd bûn bi rêzdarî bi bîr anî û got, "Bi lehengiya xwe li dijî dijmin bi fedaîtî şer kirin û ji bo azadiya gelê me bi her awayî fedakarî kirin." -
Karayilan: Hêzên komploger divê siyaseta xwe biguherînin
Karayilan diyar kir ku yê DAÎŞ têk bir li Îmraliyê di bin tecrîda mutleq de ye û ji dewletên tevlî komployê bûne xwest ku polîtîkaya xwe biguherînin; "Eger di aştiyê de ji dil bin, bila destpêkê vê 'lîsteya terorê' ji holê rakin." -
Li Yilmaz û Oncu 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê hat birîn
Li Hevşaredara Qoserê Nîlûfer Elîk Yilmaz û Hevşaredara Stewrê Gulîstan Oncu, 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê hat birîn. -
Li Bakurê Kurdistanê barîna berfê û bager
Ji ber barîna berfa zêde li Çewlîgê rêya 283 gundan, li Xarpêtê 396, li Êlihê 30, li Şirnexê rêya 18 gundan hat girtin. Li Wanê û navçeyên wê jî rêya 254 cih û waran hat girtin. -
Welatiyên Kerkûkê li dijî nirxê elektirîkê û nebûna elektirîkê daketin kolanan
Welatiyên Kerkûkê li dijî bihabûna nirxên elektirîka matorê ya taxan û nebûna elektirîkê da ketin kolanan û nerazîbûn nîşan dan. -
Berxwedana 'Jin, Jiyan Azadî' li gel zexta dewletê dewam dike
Çalakiyên li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê li gel zext û êrîşên dewletê bênavber dewam dikin. -
Li Xakurkê bi çekên giran çalakî hate lidarxistin
Tîmên bi tevger ên YJA Starê li herêma Xakurkê bi çekên giran li leşkerên Tirk ên dagirker xistin. -
Rêya bi sedan gundên herêma Serhedê ji ber berfê hatiye girtin
Li herêma Serhedê 2 roj in berfeke zêde dibare. Ji ber berfê li Wanê rêya 254 gundan, li Colemêrgê rêya 365 gundan, li Agiriyê rêya 86 gundan, li Mûşê rêya 98 gundan û li Erdexanê rêya gelek gundan hate girtin. -
Viyan Soran li Mexmûrê hate bîranîn
Li Mexmûrê Viyan Soran (Leyla Welî Hisên) di salvegera şehadeta xwe de hat bîranîn. -
Nobeda Edaletê di roja 696'an de ye
Çalakiya Nobeda Edaletê ya malbata Şenyaşar di roja 696'an de ye. -
Du pêşengên nemir
Şehîd Berçem Tûrcel û Kînda Zîn têkoşîna xwe ya 30 salan a bênavber bi îfadeyên xwe ji kamerayan re hesreta xwe, hevrêtî û hestên xwe yên kûr piştî yên derketine rê, parve dikin. -
'Têkoşîn wê bi ruhê Viyanan heta azadiya fîzîkî ya Rêbertî dewam bike'
Koordînasyona PAJK'ê Viyan Soran di salvegera 17'an a şehadeta wê de bi bîr anî û destnîşan kir ku têkoşîna li dijî komplo û dagirkeriyê wê bi ruhê Viyanan heta azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dewam bike.