KURDISTAN
Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Ûçar ku li Sêrtê û bajarokê Ziyaretê tevlî civînên gel bû got, “Rêberê Gelê Kurd Ocalan di şert û mercên tecrîdê de ji bo avakirina aştiyê têdikoşe. Dewletê ku Kurdan înkar dikir, niha di maseya muzakereyê de ye.”
Çetîn Arkaş di konferansa MÎA-FED de axivî û got, ya ku berpirsyariyê li civakê bar dike, exlaq e.
Hevseroka Giştî ya DBP'ê Çîgdem Kiliçgun Ûçar anî ziman ku ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd û avakirina aştiyê wê têkoşîna xwe dewam bikin û got, "Di maseya muzakereyê de em ê Birêz Ocalan bi tenê nehêlin."
Ji bo fermandarê YBŞ'ê Emîn Kartal bi nasnav Kawa Şengalî li Hezexê taziye hate danîn û girseya gel serdana malbata Kartal kir.
Fermandariya Giştî ya YBŞ'ê ragihand ku fermandar Kawa Şengalî şehîd bûye got, "Em teqez dikin ku em ê xeyal û armancê wî pêk bînin û diyarî wî û hemû cangoriyên xwe yên hêja bikin."
Hemû Nûçe
-
-
-
-
Şîna ji bo fermandar Pîr Çeko bi dawî bû
Ji bo fermandar Pîr Çeko û Agir Cefrî yê ku di 27’ê Sibatê de di encama êrîşa dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûbûn, konê sersaxiyê hatibû danîn. Şîna ji bo sersaxiyê îro bi dawî bû.
-
Andok: Konfederalîzma Demokratîk rêya çareseriyê ye
Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Xebat Andok diyar kir ku çareseriya pirsgirêka Kurd bi Konfederalîzma Demokratîk a li derveyî dewletê ye ku xwe dispêre xweseriya demokratîk û got, "Ji bo me rêya çareseriyê ye."
-
-
Êrîşên PDK û MÎT'ê yên li ser Şengalê
Şengal piştî ku ji çeteyên DAÎŞ'ê hate paqijkirin û xweserî lê misoger bû, di nava 6 salan de bi destê MÎT û îstîxbarata PDK'ê gelek êrîş lê hatin kirin. Berxwedana Şengalê û israra wê ya li ser xweseriyê dewam dike.
-
KONGRA-GEL: Hevrê Raperîn li her derê şopa xwe hişt
Dîwana Hevserokatiya KONGRA-GEL ji ber şehadeta Raperîn Amed peyameke nivîskî weşand û got “Wê di têkoşîna xwe ya 30 salan de li her çar parçeyên Kurdistanê û Ewropayê xebat meşand. Weke milîtanekî Apoyî ya xwedî bawerî, li her derê şopa xwe hişt."
-
Asayîşa Êzidxanê: Hevrêyê me Şerzad Şemo Qasim şehîd bû
Asayîşa Êzidxanê ragihand ku bi plansaziya dewleta Tirk û PDK'ê îro êrişek li dijî hêzên wan hate kirin û di encamê de hevrêyê wan Şerzad Şemo Qasim şehîd bûye. Asayîşê diyar kir ku ew parêzvanê gelê xwe ye û wê îradeya Şengalê teslîmî kesî nekin.
-
-
-
-
-
-
HPG'ê bîlançoya şer a meha Sibatê eşkere kir
Li dijî hêzên gerîla yên ku ji ber erdhejê biryara rawestandina çalakiyan dan, meha Sibatê ji bejahî û hewayî ve bênavber êrîş hatin kirin. 142 caran bi topên fosforê, bombeyên qedexekirî û çekên kîmyewî bombardûman hate kirin.
-
'Pîr Çeko xelekek ji zincîra mêrxwasan bû'
Qeymeqamê Şengalê Fehed Hemîd diyar kir ku ji ber dijminên civaka Êzidî naxwazin Êzidî xwe birêvebibin pêşengên wan dike hedef û got: "Her ku fermandarek me pêş dikeve û civaka Êzidî bi hêza xwe bawer dibe, ew tê hedefgirtin."
-
-
-
-
-
HPG: Guh nedin nûçeyên derewîn ên medya şerê taybet a Tirk
HPG'ê diyar kir ku kesê bi navê Ramazan Guneş beriya 3 salan reviya û li Başûrê Kurdistanê bi cih bû, beriya 2 mehan radestî dewleta Tirk bû. HPG'ê diyar kir ku divê kes guh nede nûçeyên derewîn ên MÎT'ê û medya şerê taybet a Tirk.
-
HPG'ê şehîd Ferhat Xizginos bi bîr anî
HPG'ê gerîla Ferhat Xizginos - Mehmet Yanar bi bîr anî ku sala 2021'ê di encama qezayekê de şehîd bû û got, "Bi tevlîbûna xwe ya bi kedkarî û fedakar, bi dilsoziya xwe ya bi xeta şehîdan û Rêbertî re milîtanekî Apoyî yê mînak bû."
-
AKP'ê li Agiriyê dest danî ser alîkariyê
Hikûmetê û ÎHH’ê alîkariya Kurdên ji Agiriyê ya ji bo mexdûrên erdhejê, asteng kir. Qeymeqamtiya Panosê bi hincetên pûç, bargilgira alîkariyê ya Şaredariya Panosê desteser kir.
-
-