KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Wezîra Karên Derve ya Elmanyayê Baerbock li Şengalê ye
Wezîra Karên Derve ya Elmanyayê Annalena Baerbock serdana Şengalê kir. -
HPG: Bi fedaîtî ber bi şehadetê ve meşiyan
HPG: Fermandarê Eyaleta Dersimê hevrê Yaşar Botan, endamê Fermandariya Eyaleta Dersimê Şevger Semsûr û hevrêya me Arjîn Sarya bi wêrekiyeke mezin heta dawiyê li dijî dijmin şer kirin û bi lehengî şehîd bûn. -
'Îradeya min bi eşqa azadiyê bi wate bû'
"Li qadên gerîla min hestên herî pak û nirxên mirovahiyê dît. Vê yekê têrê kir ku bibim aşiqê jiyana gerîla. Di nava şert û mercên herî giran de jî xurt bûm. Îradeya min bi eşqa azadiyê bi wate bû." -
PJAK: Jehrîkirina xwendevanan êrîşa li ser civakê ye
PJAK'ê diyar kir ku jehrîkirina xwendekarên keç êrîşek li ser civakê ye û got, "Wek PJAK em piştgiriyê didin nerazîbûnên mamostayan ên ji bo parastina rûmeta xwendekarên jin nîşan didin." -
Jinek li Êlihê hate qetilkirin
Li Êlihê Mûrat Atilgan, jina pê re zewicî bû Tûba Atilgan qetil kir, ku li ber cihêbûnê bûn. -
'Jin fikra xwe a azad, xwebûn û xwezaya xwe ji çiya digirin'
Şervanên HPJ’ê: Cihê jinê komalgeh nîne, çiyayên azad in. Pal, pişt û parastina me çiyayên Kurdistanê ne. -
Temellî: Hêviyek mezin heye
Parlamenterê HDP’ê yê Wanê Sezaî Temellî diyar kir ku tehemula kesî li hemberî vê desthilatdariyê nemaye û got: “Hêviyek mezin heye ku mirov dikarin bi têkoşînek hevpar ji vê zihniyetê rizgar bibin.” -
Hevserokê HDP'ê yê Bazarcixê jiyana xwe ji dest da
Hevserokê HDP'ê yê navçeya Bazarcixê Erdal Îper ji ber krîza dil jiyana xwe ji dest da. -
KNK’ê serdana Nûnertiya HDP’ê ya Hewlêrê kir
Şandeya KNK’ê ku serdanên aliyên siyasî yên li Başûrê Kurdistanê dike, îro serdanî Nûnertiya HDP’ê ya Başûrê Kurdistanê kir. -
Ji girtîgeha Amedê 300 girtî hatin sirgûnkirin
Li gorî agahiyan ji Girtîgeha Tîpa D a Amedê 300 girtî sirgûnî cihekî nediyar hatin kirin. -
OHD: Êrîşa nijadperestî ya li ser Amedsporê ji bo kuştinê bû
Şaxê Amedê yê OHD'ê têkildarî êrîşa nijadperestî ya li ser Amedsporê bi 8 sûcdariyan gilî kir û diyar kir ku êrîş ji bo kuştinê hate kirin. -
Li Amedê xisareke giran li zêdeyî 3 hezar avahiyan bûye
Li gorî daneyên ku ji aliyê Platforma Piştevanî û Parastinê ya Bajêr ve hatin eşkerekirin, li Amedê xisareke giran li 3 hezar û 252 avahiyan bûye. -
HPG: Qadên gerîla 79 caran hatin bombekirin
Artêşa Tirk a dagirker 79 caran bi obus, hawan, tank û çekên giran bombe li qadên gerîla barand. -
Malbata Şenyaşar ji bo 'pêvajoya tarî bi dawî bibe' find vêxist
Malbata Şenyaşar ku ji sala 2018'an û vir ve ji bo xizmên xwe yên li Rihayê hatin qetilkirin nobedê digire, ji bo kesên di erdhejên 6'ê Sibatê de jiyana xwe ji dest dan û û ji bo edaletê find vêxist. -
'Em di wê pêvajoyê de ne ku sîstema konfederalîzma jinan ava bikin'
"Niha em di wê pêvajoyê de ne ku sîstema konfederalîzma jinan ava bikin û jin xwe di vê sîstemê de bi rêxistin bikin. Bi şoreşa 'Jin, Jiyan, Azadî' mêr pê dihese ku ew jî çiqas kole ye." -
Dûrmaz: Efûya Avadaniyê rîskeke mezin e
Serokê Şaxê Wanê yê Odeya Endezyarên Avadaniyê Firat Dûrmaz diyar kir ku piştî erdheja 2011'ê ya li Wanê li hemberî erdhejeke gengaz ti amadekarî nehatiye kirin û got, hîn jî 11 hezar avahiyên xisar li wan bûye, nehatine hilweşandin. -
Ji bo gerîlayê HPG’ê konê sersaxiyê hat danîn
Ji bo gerîlayê HPG‘ê Şoreş Germiyan ê sala 2021’ê li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bû, li Kelarê konê sersaxiyê hat danîn. -
‘Em serî li hember gefên we natewînin’
Platforma Ked û Demokrasiyê ya Wanê êrîşa nîjadperestî ya li hemberî Amedsporê protesto kir û got, “Yên ku hemberiya kujerên salên 90’î dikin, bila bibihîzin; wê tu kes li hemberî gefên xwe serî netewîne û bêdeng nemîne.” -
Şengaliyan li dijî sîxurtî û êrîşan meşiyan
Şengaliyan li dijî sîxurtî û êrîşan meşekî girseyî lidarxistin. Di meşê de diyarkirin ku hikûmeta Iraqê berpirsê êrîşên li Şengalê ye. -
'Em bi hev re li ber nijadperestiyê rabin'
Platforma Parastin û Piştevaniyê ya Amedê xwedî li Amedsporê derket ku êrîşa nijadperestî lê hatibû kirin û got, "Em bi hev re li ber nijadperestiyê rabin." -
KCK: Em berxwedana jinan a ber bi azadiyê ve silav dikin
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê têkoşîn û berxwedana jinan silav kir, ku bi dirûşma 'Jin, Jiyan, Azadî' ber bi azadiyê ve dimeşin. -
Bi çekên qedexekirî êrîş li çeperên gerîla hate kirin
Artêşa Tirk a dagirker 5'ê Adarê bi çekên qedexekirî êrîş bir ser çeperên berxwedanê. -
Konê sersaxiyê yê Şêrzad Şemo bi merasîmekê bi dawî bû
Konê sersaxiyê yê ji bo endamê Rêveberiya Asayîşa Êzîdxanê Şêrzad Şemo hatî vedan, bi merasîmekê bi dawî bû. -
HPG'ê 5 şehîd bi rêzdarî bi bîr anî
HPG'ê 5 gerîlayên ku sala 2021'ê li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bû bi rêzdarî bi bîr anî û sersaxî ji malbatên şehîdan û gelê Kurdistanê yê welatparêz re xwest. -
PJAK: Em meşaleya têkoşînê di roja cîhanî ya jinan de bilind bikin
PJAK’ê bi wesîleya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê got, “Em meşaleya têkoşînê di roja cîhanî ya jinan de bilind bikin. Bê guman wê civak û jîngeh bi pêşengtiya jinan bigihêje azadiyê.”