KURDISTAN
Hevseroka Giştî ya DBP'ê Çîgdem Kiliçgun Ûçar anî ziman ku ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd û avakirina aştiyê wê têkoşîna xwe dewam bikin û got, "Di maseya muzakereyê de em ê Birêz Ocalan bi tenê nehêlin."
Ji bo fermandarê YBŞ'ê Emîn Kartal bi nasnav Kawa Şengalî li Hezexê taziye hate danîn û girseya gel serdana malbata Kartal kir.
Fermandariya Giştî ya YBŞ'ê ragihand ku fermandar Kawa Şengalî şehîd bûye got, "Em teqez dikin ku em ê xeyal û armancê wî pêk bînin û diyarî wî û hemû cangoriyên xwe yên hêja bikin."
Mûrat Karayilan: Ev kar ne karekî ji rêzê ye; pêwîstî bi qanûneke esasî heye. Beriya her tiştî divê statuya Rêber Apo zelal bibe. Lewma ji bo pêkhatina aştiya navbera gelê Kurd û dewleta Tirk beriya her tiştî divê Rêber Apo azad bibe.
Rêber Apo: Demokrasiya xwecihî şahdemarê entegrasyona demokratîk e ku em hewl didin di pêvajoya aştî û civaka demokratîk de pêk bînin. Entegrasyona demokratîk tenê bi demokrasiya xwecihî dikare bi wate bibe.
Hemû Nûçe
-
-
-
HPG’ê nasnameya 3 şehîdan eşkere kir
HPG’ê nasnameya 3 gerîlayên li Metînayê şehîd bûn eşkere kir û got: “Gerîlayên azadiyê ku ji xeta berxwedanê tavîz nade, bi têkoşîna destanî nûneriya hêviya azadiyê ya gelên me dike û rolê xwe dîrokî dilîze.”
-
Wekî çinarekê şax veda
Mehmet Salih Şahîn (Xeyrî) ji Rihayê bû. Di sala 1975’an de dema ku lîse dixwend tevgera Apoyî nas kir. Di sala 1980’î de bi PKK’ê re têkilî danî. Heta sala 1986’an li Ewropayê di nava xebatan de ma. Paşê berê xwe da çiyayan.
-
Şêrko Bêkes li ser gora xwe hat bibîranîn
Helbestvanê navdar Şêrko Bêkes ê di 4’ê Tebaxa 2013’an de ji ber nexweşiya penceşêrê jiyana xwe ji dest da, di 10’emîn salvegera koça xwe ya dawî de li Silêmaniyê hat bibîranîn.
-
Sê dagirker li Girê Cûdî hatin cezakirin
Çalakiyên Gerilayên Azadiya Kurdistanê li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî berdewam in. Li gor agahiyên ji çavkaniyên HPG’ê hatin wergirtin, di çalakiyên îro hatine lidarxistin de herî kêm 3 dagirker hatine cezakirin.
-
Li Bagokê êrîşên qirkirinê
Li Nisêbînê herêmên çoltar ên 9 gundan weke herêmên ewlehiya taybet hatin îlankirin. Hate ragihandin ku li herêma Bagokê jî êrîş hate destpêkirin.
-
Li Wanê ji ber barîna barana zêde lehî rabû
Ji ber barîna barana zêde li gundê Axruka Jêrê ya Qelqeliyê û li gundê Xerapsork a girêdayî navçeya Seravê yên Wanê lehî rabû. Di lehiyê de xaniyek hilweşiya, zeviyên çandiniyê û sewalan zerar dîtin.
-
-
-
-
PDK hewl dide Zapê dorpêç bike
Di demekê de ku êrîşên dewleta Tirk ên dagirkeriyê yên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê dewam dikin, PDK'ê jî di ser Amediyê re hêzeke mezin ber bi qadên gerîla ve şand. Dîmenê vê liv û tevgerê hate kişandin.
-
-
Şervanê wêrek ê Metînayê: Alî Tolhildan
Gerîla Alî Tolhildan ku li dijî êrîşên dewleta Tirk ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê li refên herî pêş li ber xwe da, heta kêliya ku şehîd bikeve li gelek qadên Metînayê bi fedakarî şer kir.
-
Komxebata Koordînasyona Hêz û Pêkhateyên Şengalê bi dawî bû
Komxebata Koordînasyona Hêz û Pêkhateyên Şengalê bi dawî bû. Di komxebatê de nûnerên gelên Şengalê bang li hikûmeta Iraqê kir û got: “Hemû bernameyên xwe yên li ser Şengalê bi îradeya gelên Şengalê re nîqaş bikin û bi hevre barnameyekê danîn.”
-
-
-
Gelê Şengalê jiyan bi temamî sekinand
Bi rasthatina roja destpêkirina fermanê ji bo bîranîna cangoriyên Şengalê, jiyan îro bi temamî li Şengalê rawestiya. Dikan hatin girtin, gel derneket derve.
-
-
-
-
-
-
-
Jina berxwedêr Gulê Mişko Nemir hat bibîranîn
Jina berxwdêr Gulê Mişko Nemir di nava civaka Êzidiyan de wek Dayê Gulê tê naskirin ku di dema fermanê de heta dawiyê li dijî çeteyên DAÎŞ’ê li ber xwe dabû û hatibû qetilkirin, hat bibîranîn.