KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Girtiyê 30 salan di girtîgehê de ma Tozun li gundê ku lê ji dayik bûye hat veşartin
Girtiyê 30 salîan di girtîgehê de ma Mutlak Tozun ê ku bi şert hat berdan û jiyana xwe ji dest da, li gundê Kizkapan ê Panosê bi dirûşma "Şehîdê namirin” hat veşartin. -
Li Nisêbînê hewldana provokasyona faşîstên AKP-MHP’ê
Konvoya AKP'ê ya ku namzetê AKP’ê yê Nisêbînê Mehmet Çelîk têde bû bi çêkirina nîşaneya gurê boz gel û esnafan tehrîk kir û çek li gel kişand. Li ser vê provokasyonê bûyer qewimîn û hîn jî didomin -
Xizmên Windayan ji bo 3 windayên qetilkirî hatin ba hev
Xizmên windayan ên li Kurdistanê, ji bo Orhan Yakar, Ahmet Bûlmûş û Munîr Saritaş ên ji aliyê hêzên dewleta Tirk ve hatin qetilkirin, hatin ba hev. -
Li Şengalê semînera 4’ê Nîsanê
Bi boneya 4’ê Nîsanê Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Şehîdgeha Şehîd Berxwedan û Şehîd Dilgeş a li Serdeşt a Şengalê bi pêşengiya Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) semînerek hat dayîn. -
KCK: Dengê xwe bidin namzetên gel!
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê ji bo hilbijartinên 31’ê Adarê daxuyanî da û destnîşan kir ku divê AKP-MHP dengekî jî nestînin. KCK’ê got: “Divê ti kes nekeve nava dubendiyê û ji bilî namzetên gel dengê xwe nede kesekî din.” -
KCK’ê ji bo Mîchalîs Charalampîdîs peyama sersaxiyê weşand
Hevserokên Konseya Rêveber a KCK’ê ji bo dostê Kurd Mîchalîs Charalampîdîs ku berî du rojan jiyana xwe ji dest da, wiha got: “Em ê bîranînên Mîchalîs Charalampîdîs di têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd de bidin jiyîn û her tim wî bi bîr bînin.” -
KCK’ê şehîdên Mahabad û Kizildereyê bi bîr anî
KCK’ê bi daxuyaniyek nivîskî Qazî Mihemed û hevrêyên wî yên di 31’ê Adarê de li Mehabadê û Mahîr Çayan û hevrêyên wî yên di 30’ê Adarê de li Kizildereyê hatibûn qetilkirin bi bîr anî. -
Artêşa Tirk a dagirker Biradost bombebaran kir
Dewleta Tirk a dagirker Çiyayê Bolê yê herêma Biradost bombebaran kir. -
Pîrozbahiyên Newrozê li Îlamê berdewam dike
Pîrozbahiyên Newrozê li Rojhilatê Kurdistanê dom dikin. Doh li navçeya Erkewazî ya Îlamê bi awayeke girseyî hat pîrozkirin. -
Gerîlayên YJA Starê bi meşaleyan Newroz pîroz kirin
Gerîlayên YJA Starê li çiyayên Kurdistanê bi meşaleyan Newrozê pîroz kirin. -
Hunermendê Kurd Muhammed Abbas Zade li Îlamê hat binçavkirin
Hêzên dewleta Îranê li bajarê Îlamê yê Rojhilatê Kurdistanê hunermendê Kurd Muhammed Abbas Zade bi hinceta ku dirûşma “Jin jiyan azadî” berz kiriye binçav kirin. -
Gerîla TV dîmenê çalakiyekê weşand
Gerîla TV dîmenê çalakiyeke li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê weşand ku bi çekên giran hate kirin û di encamê de 3 dagirker hatin cezakirin. -
NPG'ê Hefteya Lehengiyê pîroz dike
Fermandariya Biryargeha NPG'ê: Hevrêyên me Mazlûm û Mahsûm bûne meşaleyên diyarker ên serdema lehengiyê ya neteweyî ya gelê me. Li ser vê bingehê em Hefteya Lehengiyê ya gelê Kurd û hemû hevrêyên xwe yên li her qadê têdikoşin pîroz dikin. -
Omêd Berojkî: Dadgehkirina me siyasî bû
Rojnameger û çalakvanê devera Behdînanê Omêd Berojkî got: “Desthilata PDK’yê desthilateke xerab û sitemkar e.” -
Li Îlamê bi deh hezaran Newroz pîroz kir
Li navçeya Karzanê ya ser bi Îlama Rojhilatê Kurdistanê bi beşdarbûna zêdetirî 65 hezar kesan Newroz hate pîroz kirin. -
Xelkê Mexmûrê şehîdên Heftiya Qehremaniyê bi bîr anîn
Li wargeha penaberan a mexmûrê şehîdên Heftiya Qehremaniyê û Endamê Konseya Fermandariyê ya HPG’ê Fazil Botan hatin bîranîn. -
Hêzên Îran û Iraqê di nava 24 saetan de 10 kolber birîndar kirin, 12 binçav kirin
Di nava 24 saetên borî de, li ser sînorê Newsud 10 kolber di encama êrişên hêzên Îran û Iraqê de birîndar bûn, 12 jî hatin binçavkirin. -
HPG’ê 2 gerîlayên şehîd bi rêzdarî bi bîr anî
HPG’ê 2 gerîlayên li Amanosan şehîd bûn, bi rêzdarî bi bîr anî û got: “Bi yekîtiya bêhempa ya hevrêtiya Apoyî bi qasî pratîkên jiyan, li hember êrîşa dijmin bi xeta fedaîtiyê ya berxwedana dîrokî careke din îspat kirin.” -
Karayilan: Gelekî ku lehengên xwe hebin, wê teqez bi ser bikeve
Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Mûrat Karayilan anî ziman ku li nava PKK'ê kevneşopiya lehengiyê dewam dike û got, "Gelekî ku lehengên xwe hebin wê teqez bi ser bikeve." -
Bakirhan: Eger em bibin yek em ê tifaqa JÎTEM'ê têk bibin
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan li Îdirê axivî, bang li gelê Kurd kir û got, "Em ê tifaqa JÎTEM'ê asteng bikin. Ji kerema xwe re bibin yek, hesabên biçûk nekin." -
Gerîla TV dîmenê 2 çalakiyên sûîqestê weşand
Gerîla TV dîmenê 2 çalakiyên sûîqestê weşand ku di 27 û 29'ê Kanûna 2023'an de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî hatin kirin û di encamê de 3 dagirker hatin cezakirin. -
Besê Hozat: Em ketin pêvajoya berxwedana civakî
Hevseroka Konseya Rêveber a KCK'ê Besê Hozat destnîşan kir ku wan bi Newrozê bi heybet dest bi berxwedana civakî kirine û got, "Me ev yek dît; gelê Kurd gelekî Newrozê ye. Lê belê gelê Newrozê wê gelên Tirkiyeyê jî bike gelê Newrozê." -
Li Dîlokê 2 jê zarok 3 kes hatin girtin
Zarokên 16-17 salî K.O., B.A. û ciwanê bi navê Ramazan Altintaş ji ber di salvegera şehadeta Ayten Behçet a ji bo şermezarkirina tecrîdê çalakiya fedaî pêk anîbû bi bîr anîn, hatin girtin. -
Hêzên Îranê êşkence li hunermendê Kurd ê ku beşdarî Newrozê bû kirin
Hunermend Hasan Kakeyî ji ber di pîrozbahiya Newrozê ya Bokanê de sirûda neteweyî xwend, ji hêla hêzên dewleta Îranê hat binçavkirin û bi awayekî hovane êşkence lê kirin. -
Li herêma Gabarê ketin û derketin ji nû ve hate qedexekirin
Li herêma Çiyayê Gabarê cara heftemîn ji bo 15 rojan 'Herêma Ewlekariya Taybet' hate ragihandin û ketin û derketin hate qedexekirin.