KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
HPG'ê nasnameya şehîdekî eşkere kir
HPG'ê nasnameya gerîlayekî şehîd eşkere kir û got, "Hevrêyê me Zagros heta nefesa xwe ya dawî bi fedaîtî li dijî dijmin şer kir û şehîd bû. Hêza milîtaniya bi ruhê fedaî yê Apoyî careke din nîşanî dijmin da ku têk naçe." -
Li Başûrê Kurdistanê dengdana taybet a ji bo hilbijartinê destpê kir
Dengdana taybet a ji bo hilbijartinên Parlamenta Herêma Kurdistanê bi pêşengiya Komisyona Bilind ya Hilbijartinên Iraqê destpê kir. -
Li Elbakê ketin û derketina gelek deveran hat qedexekirin
Ketin û derketina gelek deverên Elbakê ji bo 15 rojan hat qedexekirin. -
Çalakiya Dayikên Aştiyê ya li dijî şer di roja sêyemîn de ye
Çalakiya nobedê ku Dayikên Aştiyê li bajarokê Tilqebîn ê navçeya Silopiya ya Şirnexê dan destpêkirin, di roja sêyemîn de ye. -
Jinên Mexmûrî: Dengê xwe bidin wan kesan ku karibin Kurdistanê biparêzin
Jinên Wargeha Penaberan ên Mexmûrê têkildarî hilbijartinên li Başûrê Kurdistanê ev bang kirin: "Kijan partî û kes ji bo gelê Başûr başe û dikare xaka Kurdistanê û mafê kesên hejar biparêze, divê dengê xwe bidin wan." -
Karasû: Tirkiye li derveyî hevsengiyê ye
Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Mûstafa Karasû: Tirkiye nikare rêya enerjiyê ya G-20 asteng bike. Hêzeke xwe nîne ku li ber rabe, şantajên xwe wê bi kêr neyên. Li derveyî hevsengiya Rojhilata Navîn hatiye hiştin. -
Dayikên Aştiyê banga mezinkirina berxwedanê kirin
Dayikên Aşitiyê li Tilqebînê bi şîara "Li dijî şer demildest aştî" çalakiya xwe domandin û banga mezinkirina berxwedanê kirin. -
Dayikên Aşitiyê hatin sirgunkirin
Sê Dayikên Aşitiyê ku piştî êrîşa leşkerî ya li gundê Bilêxşê hatin girtin, dema ku îdîanameya wan dihat amadekirin û ji rûniştina wan re 9 roj mabûn, bêyî ku malbat û parêzerên wan bên agahdarkirin sirgunî girtîgeheke din hatin kirin. -
MAK’ê li dagirkeran xist
MAK’ê ji bo protestokirina Komploya 9’ê Cotmehê çalakiyên xwe yên li dijî dagirker û faşîstan domand û got: “Em bi ruhê berxwedana dayikên me, banga têkoşînê dikin.” -
Li Meletiyê erdheja bi dijwariya 5.9 pileyî
Li Meletiyê bi dijwariya 5.9 pileyî erdhejekê rû da. -
Cenazeyê Rojîn Kabaîş li Amedê hate veşartin
Cenazeyê Rojîn Kabaîş a ku di 27’ê Îlonê de winda bûbû û piştî 18 rojan li peravê hatî dîtin, li Amedê hate veşartin. -
YJA Star: Ji jinên ji bo azadiyê li ber xwe didin re bûn çavkaniya sûdwergirtinê
Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê 2 gerîlayên şehîd bi rêzdarî bi bîr anî û got, "Pêşengî ji fikir, têkoşîn, jiyan û afirîneriya bi rengê jinê re kirin û ji jinên ji bo azadiyê li ber xwe didin re bûn çavkaniya sûdwergirtinê." -
Çalakiya nobetê ya Dayikên Aştiyê didome
Çalakiya nobetê ya ku Meclîsa Dayikên Aştiyê bi dirûşmeya “Ji şer re na, a niha aştî” dayî destpêkirin, tevî êrîş, zext û binçavkirinan didome. -
‘Ji bo ku em dawî li xwesepandinê bînin, divê em beşdarî hilbijartinan bibin’
Çavdêrê siyasî Yadgar Elî derbarê hilbijartinên Başûr ev tişt got: “Divê deng ji wî aliyî re bê dayîn ku Herêma Kurdistanê ji van qeyran û tengasiyan rizgar bike û xwesepandina PDK’ê rake.” -
Karasû: Silava Bahçelî bi armanca şerê taybet e
Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûstafa Karasû: Silava Devlet Bahçelî ji bo şerê taybet e. Hewldana berevajîkirina vê yekê tê wê wateya fêhmnekirina ji polîtîkaya qirkirinê û rastiya dewletê ya Tirk. -
Şehîd Zelal Efrîn li Şengalê hat bibîranîn
Şehîd Zelal Efrîn a ku di encama êrîşa hewayî ya dewleta Tirk a dagirker de di 9'ê Cotmehê li Şehba şehîd bû, ji aliyê Tevgera Azadiya Jinên Êzidî TAJÊ ve bi merasîmekê hat bibîranîn. -
Li Merîwanê êşkence li 5 kolberan hate kirin, rewşa yekê giran e
Hêzên dewleta Îranê li bajarê Merîwan ê Rojhilatê Kurdistanê bi rengekî hovane êşkence li 5 kolberan kir. -
KCK: Apê Nemir şehîdê Kurdistanê ye
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê Apê Nemir bi bîr anî got, "Em bi minetdarî wî bi bîr tînin û li pêşberî têkoşîna wî ya hêja û sekna wî ya welatparêziyê bi hurmet bejna xwe ditewînin." -
Li cihê ku Gulistan Tara û Hêro Behadîn lê hatine qetilkirin, lêkolîn nehatiye kirin!
Derket holê ku li cihê ku kedkarên Çapemeniya Azad Gulistan Tara û Hêro Behadîn lê hatin qetilkirin, lêkolîn nehatiye kirin. Rojnamevan û Kurd li bendê ne ku kujer bên darizandin, lê belê rayedarên herêmî berpirsyariyên xwe bi cih neanîn. -
KCK: Ev berxwedana bi rûmet divê heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bênavber dewam bike!
KCK'ê her kesên beşdarî Mîtînga Azadiyê ya li Amedê bûn pîroz kir û got, "Ev berxwedana bi rûmet a gelê me divê heta şikandina sîstema êşkence û tecrîdê, heta misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bênavber û bi berfirehî dewam bike." -
Ji Gerîla TV dîmenê çalakiyê
Gerîla TV dîmenê çalakiyeke sekvaniyê weşand ku li hemberî leşkerên Tirk ên dagirker hate kirin. -
Qirkirina siyasî: li 36 bajaran 269 kes hatin binçavkirin
Di operasyonên qirkirina siyasî de li 35 bajaran serdegirtin hate kirin û hate ragihandin ku 269 kes hatin binçavkirin. -
Karasû: Pêngava azadiyê divê bi rê û rêbazên dewlemend dewam bike
Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Mûstafa Karasû diyar kir ku divê pêngava 'Azadî ji Abdullah Ocalan re, çareserî ji pirsgirêka Kurd re' bi rê û rêbazên dewlemend bê meşandin û bal kişand ser girîngiya tevgerên jin û ciwanan. -
Li Zap, Xakurkê, Metîna û Garê çalakiyên gerîla
Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê li Zap, Xakurkê, Metîna û Garê li dijî leşkerên Tirk ên dagirker çalakî kirin. Di encama çalakiyan de leşkerekî Tirk ê dagirker hate kuştin, droneyek hate xistin û mobesseyek hate îmhakirin. -
Vaye xefikên wênegir ên PDK'ê yên ji bo xizmeta dewleta Tirk!
Rojnewsê dîmenên nû yên hevkariya PDK'ê ya bi dewleta Tirk re weşand ku li dijî hêzên gerîla dike. Di dîmenan de tê dîtin, li gundê Bilê yê herêma Barzanê xefikên wênegiriyê têne bicihkirin.