KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Wê li Kerkûkê refîneyek nû ya petrolê were avakirin
Wezareta Petrolê ya Iraqê, piştî dagirkirina Kerkûkê û şûnde ragihand ku wê refîneyek nû ya petrolê ava bikin. -
KJK: Dema geşkirina berxwedanê ye
Koordînasyona KJK’ê berxwedana Efrînê ya ku ketî roja 20’an slav kir. KJK’ê got, "Niha dema wê ye ku li dijî qirkirin û komployan serdema me were azadkirin û berxwedan were geşkirin." -
Kolberek birîndar bû
Kolberekî bi navê Mihemed Kerîmî, li ser sînorê Rojhilat û Başûrê Kurdistanê dema ji ber leşkerên Îranê direviya ji latê ket û birîndar bû. -
Dîlek Ocalan: Li Efrînê wê perspektîfa Ocalan bi ser bikeve
Parlamentera HDP'yî Dîlek Ocalan diyar kir ku azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û ya gelên herêmê di zikhev de ne û got, "Me bi saya perspektîfên Birêz Ocalan xwe gihandin vê astê." -
Li stadyûma Bokanê dirûşmeya 'Bijî berxwedana Efrînê' hate qîrîn
Li bajarê Rojhilatê Kurdistanê Bokanê bi hezaran temaşevanên lîstika gokê di stadyumê de bi dirûşmeyên 'Bimre Tirkiye', 'Ji Erdogan re mirin' û 'Bijî Berxwedana Efrînê' piştgirî dan 'Berxwedana Serdemê' -
Li Qoserê 2 kes hatin binçavkirin
Li navça Qoserê ya Mêrdinê danê sibehê polîsên Tirk avêtin ser mala welatiyê bi navê Şukru Kûrşûn û kurên wî Çetîn û Sedat Kûrşûn binçav kirin. -
Tevahiya sînor hate qedexekirin
Walitiya Hatayê tevahiya sînor "Herêma Ewlekariya Taybet" îlan kir û ketina van herêman qedexe kir. -
Hevserokê DBP’ê Arslan hate binçavkirin
Hevserokê Giştî yê DBP’ê Mehmet Arslan li Amedê hate binçavkirin. -
HPG'ê 2 gerîlayên li Amedê şehîd bûn bi bîr anî
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê nasnameya 2 gerîla û sivîlekî li Amedê roja 1'ê Sibatê şehîd bûn eşkere kir. -
Gerîla TV dîmenê çalakiya li Çelê weşand
Gerîla TV dîmenê çalakiya li girê Koordîne yê li Çelê weşand ku 1'ê Sibatê hatibû kirin û di encamê de herî kêm 10 leşker miribûn, 5 jî birîndar bûbûn. -
KCK: Wê gelê Cizîrê Mehmet û Asyayan ji bîr neke
Hevserokatiya Konseya Rêvebir a KCK’ê Mehmet Tûnc û rêhevalên wî bi bîr anîn. -
Bîrlik: Êrîşa li ser Efrînê êrîşa li dijî pergala jiyana nû ye
Endama Dîwanê ya Hevserokatiya KCD’ê û Parlamentera HDP’ê ya Şirnexê Leyla Bîrlik diyar kir ku êrîşa li ser Efrînê û Rojava li dijî pergala jiyana nû ye û got: “Bi çekên NATO’yê bi rojane, sivîl têne kuştin û NATO li hemberî kuştina Kurdan bêdeng e.” -
Rûniştina doza 29 siyasetmedaran taloq bû
Rûniştina doza 29 siyasetmedaran ku wekîlên HDP'yî jî di nav de hene û li Amedê pêk tê, taloq bû. -
Li Amedê li 60 gund û gundikan derketina derve hate qedexekirin
Ji ber operasyona leşkerî ya li bejahiya navçeyên Licê, Hênê, Karaz û Hezroyê yên Amedê, li 60 gund û gundikan derketina derve hate qedexekirin. -
Mêrdîn: Jin wê Efrînê ji bo Erdogan bikin goristan
Endama Koordînasyona KJK'ê Rewşen Mêrdîn diyar kir ku berxwedana jinan a li Efrînê wê Erdogan têk bibe û got, "Gelê Efrînê hêza xwe ji welatparêziya Kurdistanê digire. Ev gel li bin nakeve." -
Dayikên Aştiyê yên Rojhilatî silav dan berxwedana Efrînê
Dayikên Aştiyê yên ji Rojhilatê Kurdistanê li dijî êrîşên dagirkeriyê, silav dan berxwedana Efrînê. -
Efrîn meseleyê zelal dike û yekîtiyê ava dike
Li hemû parçeyên Kurdistanê û li her dera cîhanê dilê Kurdan ji bo Efrînê diavêje. Li Başûrê Kurdistanê gel feraseta partiyên heyî derbas dikin û dibin yek. Ev jî hêza berxwedana Efrînê ye. -
Gerîlayên Ereb: Bila ciwanên Ereb berê xwe bidin Efrînê
Gerîlayên Ereb ên tevlî nava refên HPG'ê bûn gotin, aqûbeta artêşa Tirk a dagirker wê mîna ya DAÎŞ'ê be û bang li hemû ciwanên Ereb kirin ku cihê xwe di nava berxwedana Efrînê de bigirin. -
‘Roj roja berxwedana li hemberî hemû çete û îxanetkaran e’
Komalên Ciwan û Komalên Jinên Ciwan êrîşa li ser ciwanan şermezar kir ên ku dixwestin ber bi Deriyê Sînor ê Semalka ve bimeşin. -
Cenazeyê Celal Şeker hate veşartin
Girtiyê bi navê Celal Şeker li gel ku rapora ‘nikare li girtîgehê bimîne’ û ’96 ji 100’î bi nexweşiya giran e’ jî nehate berdan û îro li Mûşê hate veşartin. -
Gelê Şengalê berê xwe da Efrînê
Bi sed hezaran kes wê îro ji Rojava û Bakurê Sûriyeyê berê xwe bidin Efrînê. Ji Şengalê jî bi sedan kes bi rê ketin û ji bo tevlî berxwedana Efrînê bibin berê xwe dan Qamişloyê. -
Dadgeha Şêwirmendiyê hilweşandina xaniyên li Cizîrê erê kir
Daîreya 14'an a Dadgeha Şêwirmendiyê ku hilweşandina li Sûr û Silopiyayê erê kir, hikum da ku biryara ji bo xerakirin bi hezaran xaniyên li Cizîrê rast e. -
'Parlamenta Başûr wê biryara xwe ya li ser Efrînê bi cih bîne'
Wekîlê YNK'î û endamê KNK'ê Salar Mehmûd û parlamenterê berê yê Iraqê Hasan Cîhad diyar kirin ku biryarên li ser Efrînê daxwaza gelê Başûr e û gotin, "Em ê biryarê parlamentê bişopînin. Wekîlan destnîşan kirin ku Tirkiye wê nikaribe bi ser bikeve. -
Dewletê girtiyekî din ê nexweş qetil kir!
Girtiyê nexweş Celal Şeker ku daxwaza tehliyeyê hatibû redkirin, vê sibê jiyana xwe ji dest da. -
Dîmenên çalakiya Qereqola Şikêra hate weşandin
Gerîla TV, dîmenên çalakiya gerîla ya 22’yê Çileyê ya li dijî Qereqola Şikêra ya Çelê lidar xistî parve kir.