KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Li Xozatê li Çiyayê Sincikê operasyon û bomberdûman
Çiyayê Sincikê yê li Xozata Dersimê, ji aliyê helîkopteran ve tê bomberdûmankirin. Hate ragihandin ku li herêmê bi bomberdûmanê re operasyon jî hatiye destpêkirin. -
Partiya Komunîst a Fransayê êrîşa li ser Şengalê şermezar kir
Partiya Komunîst a Fransayê nerazîbûn nîşanî êrîşên dewleta Tirk ên li ser Şengalê da û diyar kir ku dîktatoriya Erdogan hewl dide Kurdan qir bike. -
Bi hezaran esnaf li ber îflasê ne
Li Tirkiyeyê krîza herî mezin a aborî ya van demên dawî heye. Bi krîza aborî ya Tirkiyê re li Wanê bi hezaran esnaf li ber îflasê ne. -
Bi katyûşa êrîş birin ser Pezkoviyan
Artêşa Tirk li çiyayên Zagrosê keriyekî pezkoviyan kire hedef. Bi katûşayê êrîş birin ser pezkoviyan û tenê çêliyeke pezkoviyan hate xilaskirin. -
Avesta: Em ê alaya hevrê Zekî li erdê nehêlin
Endama Konseya Serokatiya Giştî a KCK’ê Sozdar Avesta got ew ê tola Zekî Şengalî ku bi suikasta dewleta Tirk şehîd bûyî, bi teqezî bistînin û dom kir, ‘’Em ê alaya heval Zekî ku bi keda 35 salan anî van rojan li erdê nehêlin’’. -
Artêşa Tirk li Pasûr agir bi daristanê xist
Artêşa Tirk a dagirker li navçeya Pasûr a Amedê agir bi daristanê xist. Şewata ku berî du rojan ji ber gulebaranê destpêkiribû deh hezar hektar şewitî, leşker rê nadin ku agir bê vemirandin. -
Karayilan: Em ê hesab bipirsin, em ê tolê hilînin
Mûrad Karayilan bi rêya cîhaza ragihandinê ji hêzên gerîla re axivî û got, "Hesabekî dîrokî di navbera me û mêtingeriya Tirk de heye. Xwîna şehîdên me wê li erdê nemîne, hesab wê ji dijminê namerd bê pirsîn." -
Balafirên şer ên dewleta Tirk Qendîl bombebaran kirin
Balafirên şer ên dewleta Tirk îro carek din derdora gundên Zergelî û Brogskan ên Qendîlê bombebaran kirin. -
HPG: Li Qaqizmanê 7 leşker hatin kuştin
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê ragihand ku li Qaqizmanê di çalakiya gerîla de herî kêm 7 leşkerên Tirk hatine kuştin. -
Li Semsûrê 11 kes hatin destgîrkirin
Hevşaredarê bajarokê Komur a Semsûrê Huseyin Yuka jî di nav de 11 kes hatin destgîrkirin. -
Koordînasyona Civaka Êzîdî: Bila Iraq pozîsyona xwe zelal bike
Koordînasyona Civaka Êzîdî bi daxuyaniyeke nivîskî êrîşa dewleta Tirk a li ser Şengalê şermezar kir û bang li Iraqê kir ku helwesta xwe ya li bara Êzîdiyan zelal bike. -
Girtiyên li Xarpêtê: Me dikin hicreyên yek kesî
Girtiyên li Xarpêtê gotin hevalên wan dixin hicreyên yek kesî û fatoreya krîzê li wan dibirin. -
PKK: Di demeke pir nêz de wê kêfa wan di ber wan de bimîne
Komîteya Rêveber a PKK'ê destnîşan kir ku sûîqesta dewleta Tirk a li Şengalê di encama hevdîtin û bazareke mezin de pêk hatiye û got, "Di demeke pir nêz de wê kêfa wan di ber wan de bimîne." -
Şengalî, Şemiyê wê bi merasîmeke girseyî were veşartin
Endamê Koordînasyona Civaka Êzîdî Zekî Şengalî ku bi suikasta dewleta Tirk a li ser Şengalê şehîd bûyî Şemiyê bi merasîmeke girseyî wê were veşartin. -
Aydogdû: Krîz bi çareserkirina pirsgirêka Kurd ji holê radibe
Endamê Dîwana Hevserokatiyê ya KCD'ê Hîlmî Aydogdû diyar kir ku sedema bingehîn a krîza aborî ya li Tirkiyeyê polîtîkayên şer e û got, divê hikumet siyaseteke demokratîk a li ser bingeha çareseriya pirgirêka Kurd bimeşîne. -
TAJÊ ji bo Mam Zekî soza 'Êzîdxana azad' da
Koordînasyona Tevgera Azadiyê ya Jinên Êzidî (TAJÊ) soza ku wê ji bo bîranîna endamê Koordînasyona Civaka Êzidî Zekî Şengalî Êzîdxana azad ava bikin. -
Eniya Demokrasiyê ya Gel bang li Iraqê û PDK'ê kir
Eniya Demokrasiyê ya Gel êrîşa dewleta Tirk a li ser Şengalê şermezar kir û ji Iraqê xwest ku li şûna lihevkirina bi Tirkiyeyê re, li ser demokratîkbûn û pirsgirêkên welêt bisekine. -
Cenazeyê gerîlaya YJA-Starê Jîndar ji bo veşartinê hate şandin
Cenazeyê gerîlaya YJA-Starê Pinar Yildirim (Jîndar) ku li Dersimê di şer de şehîd bû, ji bo veşartinê ber bi gund ve hate şandin. -
Gerîla TV dîmenê çalakiya sekvaniyê weşand
Gerîla TV dîmenê çalakiya sekvaniyê ya gerîla weşand ku 7'ê Tîrmehê li Başûrê Kurdistanê li dijî leşkerên Tirk hatibû kirin û di encamê de leşkerek hatibû kuştin. -
HPG'ê nasnameyên 6 şehîdên Osmaniyeyê eşkere kir
HPG'ê nasnameyên 6 gerîlayên 11'ê Tîrmeha 2018'an li Osmaniyeyê ji ber bomberdûmana bi balafirên şer şehîd bûn eşkere kir. -
Dewleta Tirk nahêle ku Êzidî li cihekî vehewin
2 hezar Êzidiyên ku piştî êrîşa DAÎŞ'ê li Kampa Fîdanlik a Amedê bi cih bûn, lê bi fermana qeyûm ji kampa AFAD'ê ya li Mîdyatê re hatibûn şandin, niha jî li kampeke li Dîlokê tên bicihkirin. -
40 salan sekn li Mam Zekî nebû
Dema ku li Celleyê li febrîqeyekê dixebitî, sala 1978'an PKK nas kir. Bû neferekî Êzidî yê Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê û 40 salan bê navber xebitî. Van 4 salên dawî ji bo Êzîdxana demokratîk û xweser kar kir. Heta roja şehadetê sekn li wî nebû. -
Malbatên Roboskiyê lêgerîna xwe ya edaletê didomîne
Malbatên Roboskiyan lêgerîna xwe ya edaletê di hefteya 346’an de jî dewam kir. Malbatan carekî din banga edaletê kir û gotin: “Em ti carî li gel kesên ku berpirsên qetlîama Roboskiyê diparêzin li heman keştiyê siwar nabin.” -
NÛ BÛ-Civaka Êzidî nerazîbûn nîşanî êrîşan da
Êrîşa dewleta Tirk a dagirker ya li ser Şengalê bi meşeke girseyî hate protestokirin. Di meşê de Êzidiyan bibîr xistin ku wê hêviyên Zekî Şengalî pêk bînin. -
Ji bo Fermandarê YPG’ê Nîmed Amed konê sersaxiyê hate vedan
Ji bo Fermandarê YPG’ê Nîmed Amed ê di berxwedana azadkirina Reqayê de şehîd bûbû, li Amedê konê sersaxiyê hate vedan.