KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Garzan: Dewletên dagirker bi hilweşînê re rû bi rû ne
Endama Komîteya Rêveber a PKK’ê Rûken Garzan li qada Bradostê di merasîma 15’ê Tebaxê de axivî û got; “Pêngavê hêviyeke şoreşgerî, sosyalîst û azadiyê da gelê Kurdistanê.” -
Balafirên şer bombe li Metînayê barandin
Balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker bombe li Metîna ya bajarê Amediyê ya Başûrê Kurdistanê barandin. -
Dewleta Tirk cenazeyê Atakan Mahîr nade malbatê
Cenazeyê yek ji fermandarên HPG'ê Atakan Mahîr ku li Dersimê şehîd bû, ji aliyê malbatê ve hate teşxîskirin. Lê belê hêzên dewleta Tirk cenaze nadin malbatê ku karibin veşêre. -
HPG: Li Qilabanê derb li helîkopterekê hate xistin
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê diyar kir, ku li Qilabanê derb li helîkoptereke bi tîpa Skorsky a artêşa Tirk hatiye xistin. -
Hikumeta Iraqê ji ber nedana muçeyan hate şermezarkirin
Endamên Meclîsa Taxên Kerkûkê hikumeta Iraqê protesto kirin û xwestin muçeyên wan bên dayin. -
Artêşa Tirk li çiyayê Bagokê dest bi operasyonê kir
Artêşa Tirk a dagirker li çiyayê Bagokê û derdora wê dest bi operasyonê kir. -
YJA Star: Pêngava 15'ê Tebaxê hêvî û cesaret da gelan
Fermandariya YJA Starê salvegera 34'an a pêngava 15'ê Tebaxê pîroz kir û destnîşan kir ku 15'ê Teaxê hêvî û cesaret daye gelan. -
Ozer û Berk hatin destgîrkirin
Parlamenterê berê yê HDP'yî Edîp Berk û endama cîgir a Meclîsa Partiyê Gulşen Ozer hatin destgîrkirin. -
KJK: Em Vejîna 15'ê Tebaxê bi ser bixînin
KJK'ê salvegera 34'an a Pêngava 15'ê Tebaxê pîroz kir û got, "Em vejîna 15'ê Tebaxê li ser bingeha azadiya Rêberê xwe bi ser bixînin." -
Nûnerê dewleta Tirk ê li Basanê: Bîho Axa
Serçete Bahattîn Aktûg ku 29 sal in li Basanê serokê şaredariyê ye, hemû xizmên wî di saziyên dewletê de ne. Malbata Aktûg li navçeyê temsîla dewleta Tirk dike. -
Bajarên Kurdan bi penaberan tên dagirtin
Hejmara penaberan a li Kurdistanê dema dawî gelekî zêde bû. Bi rêya penaberên ji derve tên anîn hewl tê dayin demografiya bajarên Kurdan bê guhertin. -
Şiyar Amed: 15'ê Tebaxê parastina rewa ya Kurdan e
Endamê Komîteya Perwerdeyê ya PKK'ê Şiyar Amed ji bo Pêngava 15'ê Tebaxê got, ruhê berxwedanê yê hemû mirovahiyê ye. -
Ji bo zaroka 11 salî xwestin 30 hezar TL 'pereyê xwînê' bidin
Ji bo Bişeng Garan a 11 salî ku li Cizîrê ji aliyê artêşa Tirk ve hate kuştin, 30 hezar TL pereyê xwînê hate pêşniyarkirin. Malbata Garan ev pere qebûl nekir û got, "Em ê heta mirinê li dû doza xwe bin." -
Bayik: 15'ê Tebaxê ruhê demokrasî û azadiyê ye
Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik diyar kir ku Pêngava 15'ê Tebaxê bandor li çar parçeyên Kurdistanê û gelemperiya Rojhilata Navîn kiriye û got, "Ruhê 15'ê Tebaxê timî zindî ye. Ruhê azadî û demokrasiyê ye." -
Cenazeyê şanoger Yalçinkaya hate veşartin
Cenazeyê lîstikvanê Şanoya Bajêr a Amedê Mehmet Emîn Yalçinkaya ku li Îzmîrê dema li nexweşxaneyê dihate dermankirin jiyana xwe ji dest da, bi merasîmekê hate veşartin. -
'15'ê Tebaxê ji bo mirovên Kurd vejîn û cejn e'
Yûsûf Aslan: 15'ê Tebaxê teqandina guleya yekemîn e. Êdî miletê Kurd dibêje; Em ê li hemberî dijmin rahêjin çekan û li ber xwe bidin. 15'ê Tebaxê ev cesaret da gelê Kurd. -
'15'ê Tebaxê ji aliyê zîhnî û manewî ve encamên girîng anî'
Endama Koordînasyona PAJK'ê Ronahî Serhed li ser Pêngava 15'ê Tebaxê axivî û got, her çendî 15'ê Tebaxê ji hêla leşkerî ve tê nirxandin gelek encamên girîng û mayinde di hêla zîhnî û manewî de bi xwe re anî. -
Li Hewlêrê lîsteya hilbijêran hate nûkirin
Lijneya Hilbijartinê ya Bilind a Serbixwe ya Herêma Kurdistanê diyar kir ku li Hewlêrê ji 27 hezarî zêdetir kes ji lîsteya hilbijartinê hatine derxistin. -
Li ser rêya Silêmanî-Kelarê ji ber qezaya trafîkê 3 kes mirin
Li nêzî bajarokê Bawenûrê yê navbera Silêmanî û Kelarê ji ber qezaya trafîkê 3 kes mirin. -
Li Rihayê 4 kes hatin destgîrkirin
Li navçeya Serêkaniyê ya Rihayê 4 kes hatin destgîrkirin. -
Gerîlayên HPG’ê li Sêrtê çalakî kirin: 4 leşker hatin kuştin
Gerîlayên HPG’ê li Sêrtê li girê Şehîd Canxurt ê qada Herekolê, li dijî leşkerên Tirk çalakiyek kirin. Di encamê de 4 leşkerên Tirk hatin kuştin. -
4 partiyên Başûr encamên hilbijartinan red kirin
Piştî ku encamên teqez ên hilbijartina 12’ê Gulanê hatin ragihandin çar partiyên Kurdistanê diyar kirin ku ew encamê red dikin. -
PJAK'ê ji bo Meclîsa Neteweyî ya Demokratîk 10 xal pêşniyar kir
PJAK'ê bal kişand ser girîngiya avakirina Meclîsa Neteweyî ya Demokratîk a li Rojhilatê Kurdistanê û bi 10 xalan bang li hemû hêz û rêxistinên li rojhilat kir. -
Elî: Em bi rejîmê re rûdinên, armanca sereke azadiya Efrînê ye
Endamê Konseya Serokatiyê ya MSD'ê Hesen Elî bal kişand ser hevdîtinên xwe yên bi rejîmê re û got, "Her du alî dibêjin, cihê dewleta Tirk li Sûriyeyê nîne." -
Rojhilat: Şerê li Xakurkê bi ruhê 15'ê Tebaxê tê kirin
Ji fermandarên herêma Bradostê Sînor Rojhilat diyar kir ku ruhê 15'ê Tebaxê ruhê hevgirtinê li nava jinan afirand û got, "Li dijî polîtîkayên tinekirinê yên sîstema kapîtalîst divê em hebûna xwe biparêzin."