KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Gerîla Erdalan: Şerê li Lêlîkanê şerê ji bo rûmetê ye
Gerîlayên HPG û YJA Starê li dijî êrîşên dewleta Tirk bi heman e li Lêlîkanê li ber xwe didin. Baran Erdalan ku yek ji van gerîlayan e got, li Lêlîkanê şer ji bo rûmetê tê kirin. -
Engîn: Cejna Vejînê Kurd bi ser xwe ve anî
Kasim Engîn: Karakterê çewt ê ku mêtingerî-dagirkeriyê li ser gelê me ferzkirî, bi saya 15'ê Tebaxê hatiye parçekirin, rakirin. -
Komîsyona Rewşa Awarte xwe xistiye şûna dozgeriyê
Kesên ku li Wanê ji kar hatine avêtin û serî li Komîsyona Rewşa Awarte dane, daxwazên wan ji aliyê komîsyonê ve bi îdîaya "daneyên îstîxbaratî" nayên qebûlkirin. -
Ararat: CPT a li pêşberî tecrîdê bêdeng e, divê bê teşhîrkirin
Endama Koordînasyona PAJK'ê Evîdar Ararat got, "Tecrîda li Îmraliyê sûcê li dijî mirovahiyê ye." -
'Em ê li ser şopa fermandar Egîd bin'
"Ruhê hevrê Egîd ji bo me mînak e ku Serokatî fêhm kir û bîrdoziya wî xist meriyetê. Em wî ruhî ji xwe re esas digirin. Em ê li ser şopa wî bin." -
Mexdûrên erdheja Kirmanşan ji helwesta hikûmetê nerazî ye
Ev 9 meh in li ser erdheja Kirmanşan a Rojhilatê Kurdistanê re derbas bû, hê jî gel li nava rewşa xirab û xirbeyan de dijîn. Ji ber vê sedema xirab her ku diçe welatî dawî li jiyana xwe tînin. -
Li Barzan û Çelê çalakiyên gerîlayên HPG’ê
Gerîlayên HPG’ê li navçeya Çelê ya Colemêrgê çeperek rûxand, li Barzanê jî 2 leşker hatin kuştin. Nasnameya gerîlayêkî HPG’ê li bejahiya Amedê di şer de şehîd bûbû hate eşkere kirin. -
JAS’ê ji bo Celaliyan û 9 hevalên wê bang kirin
Jinên Azad ên Sosyalîst (JAS) ên li Rojava ji bo Zeynep Celaliyan û 9 hevalên wê yên ku li Îranê di girtîgehê de di greva birçîbûnê de ne bang kirin. -
Heşdî Şabî wê ji Şengalê vekişe!
Qeymeqamê Şengalê Mehma Halîl got Heşdî Şabî ji Rabîayê vekişİya û ji bo vekişîna ji Şengalê jî biryar hatiye girtin. -
18 salan nikarîbû çalên komkujiya dewleta Tirk bigirin
Kendakolaya li Bradostê beriya 18 salan ji aliyê balafirên şer ên Tirk hate bombekirin û di encamê de bi dehan mirov hatin qetilkirin. -
Li Germiyanê 15’ê Tebaxê hate pîroz kirin-NÛ BÛ
Li Germiyanê bi tevlîbûna sedan kesî salvegera pêngava 15’ê Tebaxê bi şahiyekê hate pîrozkirin. -
Ji Bradostê Qêrînên Veşartî...
Weşanên ji qada Bradostê ji aliyê PDK’ê ve tên şopandin û yên ku dijberî dagirkeriya dewleta Tirk diaxivin yek bi yek hem ji aliyê asayîşa Sîdekanê tên hişyarkirin hem jî wekî malbat tên tehdîdkirin. -
‘Li Bradostê guleya dawiyê li dijmin bidin’
Gerîlayên PKK’ê ragihandin ku ruhê 15’ê Tebaxê serkeftina azadiyê mîsoger dike. -
‘Heval Egîd xeta serkeftin û berxwedanê ye’
Fermandara YJA-Starê Dersim derbarê pêngavva 15’ê Tebaxê axivî û got, ‘’Heval Egît ne tenê leşkerî, xeta serkeftin, berxwedan û dilsoziya bi Rêbertî re ye’’. -
Malbatên Şehîdan tecrîda li ser Ocalan şermezar kirin
Malbatên Şehîdan li Saziya Malbata Şehîdan a Mexmûrê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kirin. -
Parêzeran cara 137’an ji bo Tahîr Elçî li hev civiyan
Parêzeran Tahîr Elçî bibîranî û parastina kujeran jî şermezar kirin. -
Elîzade: Ji bo pirsgirêkên Îranê divê vîna gelan li pêş her tiştî be
Îbrahîm Elîzade ragihand ku ew aliyên ku qala destwerdana li ser Îranê ya ji aliyê Amarîka ve dikin, şaş in û got: “Ji ber ku baweriya wan bi gel nîne, bawer nakin ku bi xebata gel encam bigre.” -
HPG: Li Şemzînan û Çelê 8 leşker hatin kuştin
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî çalakiyên gerîla yên li Colemêrgê agahî da. HPG’ê diyar kir ku li Şemzînan û Çelê yên Colemêrgê 8 leşker hatine kuştin, wesayîteke tîpa amarog ya şexsê Bedel Demîr hatiye şewitandin. -
Li Qereyaziyê 4 kes hatin destgîrkirin
Li Taxa Geventepe (Reşayê Sebrî) ya Qereyaziyê ku dibin dorpêça dagirkeran de ye 4 kes hatin destgîrkirin. -
Kolber di hedefa rejîma Îranê de ne
Mihafizên Şoreşê ya Îranêli herêma Urmiyê yaRojhilatê Kurdistanê 2 kolber kuştin. -
Pirsgirêka Kerkûkê û li Iraqê xebatên nû yên hikûmetê..
Pirsgirêka Kerkûkê ya di navbeyna Hewlêr û Bexdayê, Hewlêr û Silêmanî de didome. Tê gotin ji bo çareserkirina pirsgirêka Kerkûkê hevdîtinên di navbeyna YNK-PDK’ê de didomin. -
Li Kurdistanê rewşeke ji Rewşa Awarte wêdetir heye
Li Tirkiyê her çendî rejîma Rewşa Awarte hatibe rakirin jî li Kurdistanê girantir dibe û didome. -
Artêşa Tirk li Şirnexê amadekariya operasyonekê dike
Artêşa Tirk a dagirker li Çiyayê Cûdî û derdora wê amadekariya operasyonekê dike. -
Malbatên Roboskiyê di hefteya 345’an de kom bûn
Malbatên Roboskiyê lêgerîna edaletê di hefteya 345’an de domandin. Malbatên Roboskiyê gotin,” Gelo 34 xizmên me yên ku hatibûn qetil kirin, ji ber Kurd in, kujerên wan nayê darizandin?” -
Li Çelê çalakî: Herî kêm 6 leşker birîndar bûn
Hate ragihandin ku li Çelêya Colemêrgê li dijî herêma ku baregeha leşkerî lê heye, çalakî hate lidarxistin û herî kêm 6 leşker birîndar bûne.