KURDISTAN
Di encamnameya “Komxebata Aştî û Diyalogê" ya li Qoserê hat lidarxistin de li dijî pevçûn û mirinên di demên dawî de zêdebûne banga avakirina aştiya civakî ya xwecihî hat kirin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YRK’ê nasnameya 4 hevrêyên xwe yên li Mihabadê şehîd bûne, eşkere kir û got, “Bi jiyan û karkirina xwe re bûn emsalê rêhevaltiya rasteqîn a ji bo gelê xwe her tim têdikoşe û ti zehmetiyan nas nake.”
KCK’ê yek ji kadroyên damezrîner ê PKK’ê heval Fuat (Alî Haydar Kaytan) di salvegera 8’emîn a şehadeta wî de bi rêzdarî bi bîr anî û got, “Heval Fuat wê her tim di têkoşîna me ya azadiyê û dilê gelê me de bijî. Têkoşîna wî wê bibe têkoşîna me.”
Yek ji pêşengên Tevgera Azadiyê ya Kurd Alî Haydar Kaytan (Fûat) ku 3'ê Tîrmeha 2018'an şehîd bû, weke şervanekî heqîqetê kete dil û mejiyê gelê xwe.
YRK’ê têkildarî şer û pevçûnên li Rojhilatê Kurdistanê daxuyaniyek weşand û ragihand ku tu hevalên wan li herêma Serdeştê şehîd nebûne û divê gelê me baweriya xwe bi wan gotegotan neyne.
Hemû Nûçe
-
-
-
-
-
Tûnç: Leşker hewl didin gundiyan biqewirînin
AKP Dersimê dişewitîne, aktîvîstên xwezayê, gel û HDP jî hewl didin bajêr biparêzin. Hunermend Ferhat Tûnç got, leşker hewl didin bi gundiyan kaxizekê bidin îmzekirin ji bo ji herêmê derkevin.
-
-
KJK: Dem dema mezinkirina têkoşîna dayikan e
KJK'ê êrîşa polîsên AKP'ê yên faşîst a li dijî çalakiya hefteya 700'î ya Dayikên Şemiyê şermezar kir û got, "Dem ew dem e ku têkoşîna rêxistinbûyî ya hemû dayikên aştîxwaz were mezinkirin."
-
-
-
-
Şandeya HDP’ê astengkirina Dersimê protesto kir
Şandeya HDP'ê xwest li herêma şewatê ya Dersimê lêkolînan bikin, lê ev hewldana HDP'ê ji aliyê leşker û polîsan ve hate astengkirin. HDP’yiyan nerazîbûn nîşanî vê rewşê dan û li Qada Seyîd Riza a li Dersimê daxuyaniyek dan çapemeniyê.
-
-
-
-
-
Komalên Ciwan sê gerîla bi bîr anî
Koordînasyona Komalên Ciwan sê gerîlayên 9 û 18'ê Tebaxê li Botanê şehîd bûn bi bîr anî. Koordînasyonê ji ber şehadeta gerîlayên bi navê Mazlûm Kobanê, Xemgîn Roj û Reşît Serdar sersaxî xwest.
-
-
-
-
HPG'ê nasnameya 7 şehîdan eşkere kir
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê nasnameya 6 gerîlayên li Dersimê şehîd bûn û gerîlayekî li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd ket, eşkere kir.
-
Li Colemêrgê çalakî û li Agirî şer
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir ku di çalakiyên li Şemzînan û Geverê de herî kêm 3 leşker hatine kuştin. Di daxuyaniya HPG’ê de têkildarî şerê li Agiriyê jî agahî hatin parvekirin.
-
Şerîf Bacwer û 3 hevalên wî bi merasîmekê hatin bibîranîn
Hawirdorparêz Şerîf Bacweryê li Merîwanê hate kuştin ji aliyê bi sedan hezaran kesî ve hate veşartin. Bacwer ê xaka Rojhilat diparas, piştgirî dida çalakiyên gel jî. Bacwer li devera beriya 40 salan ji bo bajar biterikîne hate veşartin.
-
-
-
HBDH û BOG’ê gerîla Kasirga bibîr anî
Fermandariya Hevpar a HBDHû Hêzên Yekbûyî yên Azadiyê (BOG)gerîlayê DKP-BOG ê 11’ê Tebaxê di şerê li navçeya Pîlemûriye ya Dersimê de şehîd bibû bibîr anî.