Heyet û malbatên ku xwestin piştî çalakiya "Ji bo Roboskiyê Nobeta Edaletê" bimeşin cihê komkujiya 34 kesan û rastî mudaxaleya leşkeran hatin, daxuyanî dan çapemeniyê. Li ser navê malbatan Ferhat Encu axivî û wiha got: "Hêj hişmendiya dewletê ya li hemberî komkujiyê nehatiye guhertin." Seroka Giştî ya ESP'ê Fîgen Yuksekdag, jî anî ziman ku ew ê li her qada jiyanê têkoşîna xwe bilind bikin. Endamê Lijneya Rêveberiya Navendî (LRN) yê EMEP'ê Mehmet Turkmen jî anî ziman ku xwestina Edaletê ya ji bo Roboskiyê xwestina Edaletê ya ji bo Tirkiyeyê ye.
Heyeta ku ji Hevseroka KCD'ê Aysel Tugluk, Parlementerên BDP'ê Halil Aksoy û Esat Canan, nûnerên KESK, Genel-Îş, MEYA-DER, înîsiyatifa Dayikên Aştiyê Goç-Der, TZPKurdî, TUHAD-DER, Komeleya Piştevaniya 78'an a Amedê TMMOB, ÎHD, nûnerên saziyên jinan û çandê, ESP, EMEP, şaredar û endamên meclisên şaredariyan pêk dihat, li gel malbatên 34 kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dan, piştî çalakiya "Ji bo Roboskiyê Nobeta Edaletê" a bi dirûşima "Me Roboskî ji bîr nekir û em nadin jibîrkirin" meş pêk anîn.
Girseya ku dest bi meşê kir û xwest komkjiya 34 kesên di 28'ê kanuna 2011'an de qatil ketilkirin rastî mudaxaleya leşkeran hatibûn. Girseyê piştî mudaxaleya leşkeran daxuyanî da çapemeniyê û komkujî şermezar kir. Girsê li ber barikata leşkeran daxuyanî da û navê 34 welatiyan yek bi yek xwendin. Di xwendina navan de ji bo navê her kesekî girsê got "Li vir e" berz kir. Dîsa ji bo gotina "Roboski" bersîva "Li vir e" ji bo gotina "Adalet" jî bersiva "Tune" wergirt. Girsê bi hêrsek mezin mudaxaleya leşkteran şermezar kir.
HIŞMENDIYA KOMKUJÎ NEGUHERIYE
Li ser navê malbatan Ferhat Encu daxuyanî xwend û diyar kir ku li hemberî komkujiya Roboskiyê feraset û hişmendiya dewletê nehatiye guhertin û wiha got: "Em dibînin ku komkujî û feraseta dewletê ya li hemerî gel didome. Mudaxaleya leşkeran a bi ava şid encama vê hişmendiyê ye."
Seroka Giştî ya ESP'ê Fîgen Yuksekdag, jî anî ziman ku ew dê li her qada jiyanê têkoşîna xwe bilind bikin. Yuksekdag, ragihand ku gelê Roboskiyê ji bo li zarokên xwe yên bi rûmet derkevin têkoşînê didin. Em ji vê barîkata leşkeran şerm dikin. Ev leşker nûnertiya me nakin. nûnertiya gelê kurd û tirk nake. Gelê Roboskî heta niha ne tenê bû û dê tu carî tenê nemîne. Em dê vê têkoşînê mezin bikin."
Endamê Lijneya Rêveberiya Navendî ya EMEP'ê Mehmet Turkmen, jî anî ziman ku heta pirsgirêka Roboskiyê çareser nebe aştî û demokrasî nayê tirkiyeyê. Turkmen anî ziman ku xwestina Edaletê ya ji bo Roboskiyê xwestina Edaletê ya ji bo Tirkiyeyê ye.
ÎHD: HIŞMENDIYA KOMKUJIYÊ HÊJ DIDOME
Serokê Şaxa ÎHD'ê ya Amedê Racî Bîlîcî, jî anî ziman ku ew wekî parazvanên mafên mirovan piştgiriyê didin gelê Roboskiyê û wiha got: "Hişmendiya komkujiyê li Tirkiyeyê hêj didome. Çareseriya Roboskiyê çareseriya pirsgirêkên Tirkiyeyê ye. Em tê heta dawî têkoşîna ronîkirina komkujiyê bimeşînin. "
Piştî axaftinan girsê goristana 34 welatiyan ziyaret kir û ji gundê Roboskiyê veqetiyan.