Zeynep Kinaci û Sema Yuce ku bûne sembolên tekoşîna azadiya Kurd, li navçeya Lîce ya Amedê bi merasimekê hatin bibîranîn.
Zeynep Kinaci (Zîlan) ku di 30’ê Pûşpera 1996’an de çalakiyek fedaiyane pêkanî û di nava tekoşîna azadiya Kurd de bûne sembol û Sema Yuce ya 21’ê Adara 1998’an li Girtîgeha Çanakkaleyê girtî bû bedena xwe da ber agir, li Salona Konferansa Navenda Jinan ya Nûjiyanê li navçeya Lîceya Amedê hatin bibîranîn.
Program destpêkê ji bo şehîdên di tekoşîna Azadiya Kurd de jiyana xwe fedakirîn deqîqeyekê rêz girtin. Piştre nameya Zîlanê ya ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û jinên Kurd şandî hat xwendin. Piştre dîmenên ji jiyana Zîlan û Sema Yuceyê hatin pêşkêş kirin.
Her wiha piştî axaftinên li ser kesayeta Zîlan û mîrasê jiyana azad ya ji jina Kurd re hêlayî hatin kirin, sînevîzyona dîmenên Zîlan û Sema’yê hatin pêşandan.
Di dawiya programê de jî li ser ‘mitînga azadî ji bo Ocalan’ wê di 14’ê Tîrmehê li qada îstasyona Amedê bê lidarxistin de agahî hatin dayîn, banga tevlîbûnê hat kirin.