Parlementerê BDP'ê ya Bedlîsê Husamettîn Zenderlîoglû diyar kir ku, heke ji bo aştî û biratiyê çareserî bê dîtin riya wê "Xweseriya Demokratîke” û wiha got: "Birêz Abdullah Ocalan Xweseriya Demokratîk pêşkêşî aştî û biratiya gelan kiribû."
Şaredariya Cizîrê li Navenda Huner û Çanda Mem û Zîn panelek bi navê "Xweseriya Demokratîk" li dar xist. Parlementerê BDP'ê ya Bedlîsê Husamettîn Zenderlîoglû, Şaredarê Cizîrê Mûstafa Goren, Serokê BDP'ê ya Cizîrê Mehmet Nezîr Akengîn, rêvebirî û endamên BDP'ê, endamê meclîsa şaredariyê û welatî beşdarî panelê bûn.
Parlementerê BDP'ê ya Bedlîsê Husamettîn Zenderlîoglû da zanîn ku, agirê têkoşîna gelê Kurd di demên borî de hîn zêdetir geş bûye û anî ziman ku, ji vê yekê dilşad û serbilindin. Zenderlîoglû bilêv kir ku, rojhilata navîn di pêvajoyek pir girîng de derbaz dibe û wiha got: "Ji her aliyê Kurdistanê dengê qêrîn, tanq û topan, bêhna barûtê tê. Li hemberî mal, çiya û deştên me topbaran tê kirin. Xweza û gel îro birîndare. "
'HEKE EM XWESERIYA DEMOKRATÎK BAŞ FÊM NEKIN, EM DÊ AZADIYÊ ZÛ WINDA BIKIN'
Zenderlîoglû balkişand ser pêvçûnên li Şemzînan û Çelê ya Colemêrgê û wiha axivî: "Îro şêr û pilingên çiya ji bo pêşeroja gelê me ronî bibe têkoşînek pir mezin û mînak dimeşîne. Leza me heye, ji bo em bigihên azadiyê. Em dê xwe bigihîjînin azadiyê. Ji bo vê jî pêwîstiya me bi nexşerêyek heye. Ji ber ku em azadiyek vala naxwazin. Hewceye em hundirê azadiyê tije bikin û baş fêm bikin, bi nirxên gelê xwe binexşînin. Heke em nexşerê baş fêm nekin, em dê azadiyê zû wenda bikin. Birêz Abdullah Ocalan Xweseriya Demokratîk pêşkêşî aştî û biratiya gelan kiriye. Heke dê ji bo aştî û biratiya gelan çareseriyek bê dîtin, rêya wê Xweseriya Demokratîke. Nexşerê ya herî baş ku bikaribe nûnertiya gelê me bike û pirsgirêka Kurd çaresr bike, Xweseriya Demokratîke."
Piştî axaftinan lîstika Xal û Xwarzî ku ji aliyê koma şanoyê ya NÇM'ê ji aliyê beşdaran ve hate ecibandin.