Zenderlîoglû: Em ji jiyana gundiyan bifikarin

Zenderlîoglû: Em ji jiyana gundiyan bifikarin

Heyeta ku ji Parlementerê BDP'ê yê Bedlîsê û rêveberên BDP'ê pêk dihat li gundên herêma operasyonê yên girêdayî Hîzan û Tetwanê geriyan. Heyeta BDP'ê dema çûn gundên herêma operasyonê, bi hinceta herêma operasyonê ye hatin astengkirin û destûr nehat dayîn ku biçin gundên herêmê.

Piştî li herêma Hîzan û Tetwanê di 7'ê Tîrmehê teqîn pêk hat û gelek leşker hatin kuştin û birîndar bûn, operasyonek fireh ya leşkerî hate destpêkirin. Piştî operasyona leşkerî hate destpêkirin, keyayên gundên Xizorkîn, Kurtîkan, Taşvask, Êz, alîkarî ji meclîsê û parlementeran xwest. Ji ber ku tetin û derketina van gundan ji aliyê leşkeriyê ve hate girtin, welatiyan ji BDP'ê alîkarî xwest. Keyayên gundan serdê sibê bi telefonê li Parlementerê BDP'ê yê Bedlîsê Husamettin Zenderlioglu geriya û alîkarî xwestin. Li ser vê yekê Parlamenter Zerderlîoglu, li gel parlementerê DTP'ê yê berê û endamê Meclîsa BDP'ê Mehmet Nezir Karabaş, Serokê BDP'a Bedlîsê Orhan Bezirganoglu, Şaredarê Tetwanê Abdullah Ok û rêveberên BDP'ê heyetek mezin çêkirin û xwestin biçin gundan ziyaret bikin. Lê heta heyeta BDP'ê bi konvoyekê çûn gundan ji aliyê leşkeran ve hatin astengkirin.

LEŞKERAN DESTÛR NEDA PARLEMENTERÊ BDP'Ê ZENDERLÎOGLU BIÇE GUND

Heyeta BDP'ê beriya bigêje gundên li herêma operasyonê û di bin şer û pevçûnê dene, ji aliyê leşkeran ve hatin rawestandin û hatin astengkirin. Leşkeran bi hinceta herêma operasyonê ye û herêma pevçûn û rewşa awarte ye xwestin ku parlementer destûrê ji Walî bixwazin. Piştî demekê di navbera heyet û leşkeran de niqaş hatin meşandin Li ser vê yekê Midûrê Polîsan ê Bedlîsê li Zenderlioglu geriya û anî ziman ku dê keyayê gundan bîne qada Mihrîcana Tetwanê. Parlamenterê BDP'ê Zenderlioglu, li ser vê yekê daxuyanî da û wiha got:

"Li herêmê 6 rojin operasyon heye. Li ser banga welatî û keyayên gund ez bi gaziya wan hatin û min xwest gundan ziyaret bikim. Lê destûr nadin ku em biçin welatiyên xwe ziyaret bikin. Li tu welatên cîhanê pêkanînên bi vî rengî tune. Ger ku keyayên gundan neynin qada fuarê, em dê dîsa biçin gundan û gundan ziyaret bikin. Em ji jiyana gundiyan bifikarin. Em vê pêkanînê şermezar dikin."

Zenderlioglu pişt re bi boneya li qada fuarê bi keyayan re hevditin bike bi paşve vegeriya.