Zarokên Reqayê ji bo azadiyê têdikoşin
Pêngava Xezeba Firatê, ku ji bo rizgarkirina Reqayê di 5'ê Mijdarê de dest pê kir, dewam dike. Pêngav ji aliyê zarokên Reqayê ve tê meşandin.
Pêngava Xezeba Firatê, ku ji bo rizgarkirina Reqayê di 5'ê Mijdarê de dest pê kir, dewam dike. Pêngav ji aliyê zarokên Reqayê ve tê meşandin.
Muslim Girê Spî yê 27 salî, li Reqayê ji dayik bûye û li wir mezin bûye. Girê Spî 21 salan li Reqayê jiya û bi destpêkirina şerê navxweyî yê Sûriyeyê re piştî ku Reqa ji aliyê çeteyên Artêşa Azad, El Nûsra û Ehrar El Şam ve hat dagirkirin, ji bo demeke kurt ji bajêr derket.
Muslim Girê Spî, piştî 3 mehan dema dayika wî nexweş ket neçar ma vegere Reqayê. Neçar ma, heta ku bajar ji aliyê DAIŞ'ê ve were dagirkirin, li bajêr bijî. Piştî ku çeteyên DAIŞ'ê Reqa dagir kirin, ji ber ku Kurd e mîna gelek Kurdan ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve hat girtin û 7 mehan di zîndanê de hat girtin.
Di encama bomberdûmana balafirên şer ên koalîsyona navneteweyî de bi rengekî rasthatî, çeteyên berpirsyarên zîndanê hatin kuştin û Muslim jî tevî 20 esîran ji zîndanê reviya û tevî malbata xwe li Rojava bi cih bû.
Piştî ku demekê li Kobanê ma, Girê Spî ji aliyê şervanên YPG/YPJ'ê ve hat rizgarkirin û ew jî tevî malbata xwe li Girê Spî bi cih bû.
Muslim Girê Spî piştre tevlî nava refên QSD'ê bû û beşdarî pêngava rizgarkirina Minbicê bû. Îro jî di pêngava Xezeba Firatê ya ji bo rizgarkirina Reqayê de amade ye û li dijî çeteyên DAIŞ'ê şer dike.
Girê Spî destnîşan kir, ku di çarçoveya pêngava rizgarkirina Reqayê de meşa wan a azadiyê dewam dike û anî ziman, çeteyên DAIŞ'ê nikarin xwe li ber wan bigirin û direvin.
Muslim Girê Spî da xuyakirin, ku ew ê bi rizgarkirina Reqayê re êşa gelên Sûriyeyê ji çeteyên DAIŞ'ê bipirsin û got, bi taybetî wê tola jinên Êzidî yên li bazarên Reqayê hatin firotin, bê hilanîn.