Zarokê ku ji dewletê û ji dewletan mezintir

Belê Ûgur hat kuştin. Wan dizanibû êdî çi were kirin jî, Ûgur nema vedigere. Lê tiştek din hebû herkesî dizanibû ku zarokek 12 salî ji dewletê û ji dewletan mezintir e.

Sal; 2004 
21’ê Mijdarê 
Cih: Qoser 
Berê êvarê saat 17:00 bû. 

Bav, ji bo rêwitiyê xwe amade dikir. 

Kur, dixwest ku bavê xwe rêwî bike. 

Roj çûbû ava. 

Xweza li benda tariyê bû. 

Û di vê tariyê de hin kesên ji mirovahiyê dûr di kemînê debûn. 

Deng bi çekan ket. 

Ûgur Kaymaz ê 12 salî û bavê wî Ahmet Kaymaz hatin kuştin . 

Bav û kur amadekarî dikirin ku herin Başûrê Kurdistanê. Di lingê Ûgur de hên raşik hebûn. Dixwest ku alîkariya bavê xwe bike. Bi teqîn û dengê çekan malbat matmayî ma. Şahidan dîtin ku dema Ahmed dest avêt deriyê makînê ji aliyê 4 kesan ve hat zeftkirin. Ahmet ew nas kirin û bangî kurê xwe Ûgur kir got,“xwe rizgar bike” Di heman demê de hin kesan jî êrîşî Ûgûr kirin. 14 gulle bera laşê wî dan. Bav bû şahidê kuştina kurê xwe. Piştre ji bo ku bav baznede di destpêkê de bera lingê wî dan. Dema ku dayika Ûgur derket derve bi tenê cenazeyê wan dît. 

Ûgur Kaymaz û bavê xwe ji aliyê hêzên tarî, ji aliyê kontrgerîla û polîsên Tirk ve hatin kuştin. Ûgur 12 salî bû û diçû pola 5’an a dibistana serateyî. 

Ûgurê biçûk ku rojek berê, li kolanan bi hevalên xwe re bi kêyfxweşî lîstok dileyîst, wê şevê li ber mala xwe, bi awayek ku dê û birayê wî jî bibînin hat qetilkirin. 

Ew dem,ew kêlî, ew roj wê nehata jibîrkirin. Kujerên ku 13 gulle bera bedena Ûgur ê 12 salî dabûn. 

Di ropora tiba edlî de derdiket holê ku ev 13 gulle di mesafeyek nêzîk, di 50 cm de hatine berdan. 

Bavê Ûgur, Ahmet jî di heman mesafeyê de bi 9 gulleyan hatibû qetilkirin. 

Ev bûyêra ku wek trajediyek mezin pêk hatibû,di demek kurt de wijdana hemû mirovahiyê êşand. Di destpêkê de daxwiyaniyên ku rayedarên dewletê dabûn, di çapameniya Tirkiyeyê de wek 2 terorîst hatin nîşadan. Çapamenî bi weşanek taybet dixwest bûyerê veşêre. Daxwiyaniyên Walî wek referans nîşandidan. 

Piştî bûyerê di serî de waliyê Mêrdînê û rayedarên dewletê daxwiyaniyên fermî didan. Digotin,2 terorîstên ku gulle reşandin ser eskeran hatin kuştin. Ev daxwiyanî bîst sal bûn ku li welatê Ûgur, li Kurdistanê dihat dayin. 

Lê Kurdan baş dizanibûn ku ev daxwiyaniyên ku ji aliyê rayedaran ve tê dayin ne rast in. Ji bo berjewendiyên dewletê diviya ku rastiya bûyer bihata veşartin. Ûgur û bavê wî wek terorîst bihatina qebûlkirin. Li gor wan dewlet bi qasî zarokek 12 salî bi 13 gulleyan were kuştin mezin bû. 

Belê Ûgur hat kuştin. Wan dizanibû êdî çi were kirin jî, Ûgur nema vedigere. Lê tiştek din hebû herkesî dizanibû ku zarokek 12 salî ji dewletê û ji dewlatan mezintir e. 

Ew kujerên zarokan, ji aliyê dewleta xwe ve hatin pîrozkirin. Polîsên ku Ûgur û bavê wî qetilkirin ji aliyê wezaretê ve hatin wezîfedarkirin û qeymeqam jî hat pênasekirin. Çar polîsên ku ji vê dozê  dihatin darizandin, her wek ku wan xelat bikin,şandin bajarên Denîzlî, Kocaelî, Bûrsa û Stenbolê. 

Ev yek qîm nekir dewletê di derbarê dayika Ûgur û Apê wî de bi hinceta ku alîkarî danin rêxistinê doz vekirin. 

Dewlet û hukûmeta AKP’ê li hemberî vê kuştinê berpirsyariya xwe neanîn cih. Li ser bûyerê lêkolînek esas nehat kirin. Tenê piştî demekê ev kuştin şermezar kirin. Lê bi tenê zarokên ku wek wî zarok bûn qêriyan gotin em jî Ûgur in. Mamoteyê wî, hevalên wî û malbata wî bi daxwiyaniyên rayadarên dewletê matmayî bibûn. Digotin mirov çawa bi hêsanî ji zarokek 12 salî re dibêje terorîst. 

Roja dî mamoste û hevalê wî li benda Ûgur man. Lê wan nizanibûn ku Ûgur şevek berê li ber deriyê xwe ji aliyê hêzên ku bi parastina wî wezîfedar in ve hatiye qetilkirin. 

Zarokan wê rojê li kolanan bê Ûgur bi leyistokên xwe leyistin. Wê rojê hevalên Ûgur bê Ûgur ders dîtin. Wê rojê birayê wî ji dibistanê bi tenê vegeriya mal. Wê rojê dayika wî li malê li benda ÛgUr man. 

Piştî demek ku di raya giştî de daxwazên edalêtê bilind bûn,doz hat vekirin. 

Danişîna yekem a dozê li dadgeha Mêrdînê pêkhat. Dem derbas bû ewlekarî wek hincet nîşan dan û doz birin dadgeha Eskîşehirê. 20’ê Tîrmehê di danîşina yekem a Eskîşehirê de nîjadperastan êrîş birin ser kesên hatibûn ku doz dişopandin. 

Rayadarên dewletê kesên ku doz dişopandin gunehbar kirin û derbarê parêzer û parezvanên mafên mirovan de doz hat vekirin. 

Di pêvajoya dozê de,ew peykerê ku ji aliyê şaradariyê ve li ser navê Ûgur hatibû çêkirin jî bû mijarek dozê. 

Di duyemîn danişînê de jî hemen dîmen derketin holê. Parêzerên Ûgur jî bertek nîşandan û ji bo ku heyet bi alî tevdigere ji dozê vekişiyan. 

Di encamê de bersûcên ku di vê dozê de dihatin darizandin beraat kirin. Dadgeha Bilind jî ev biryara dadgehê di cih de dît û erê kir. Got ev polîs ji kuştina bav û kur ne sûcdar in. 

Malbat û parêzeran,dema ku ji huqûqa Tirkiyeyê tu encam negirtin serî li Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropa dan. 

4 polîsên bersûc di encama dadgehkirina Tirkiyeyê de bereat kirin û piştre dosya ji bo temyizê çû ber destê Daîreya 1. a Ceza ya Dadgeha Bilind a Tirk û sala 2009’an ev biryar ji aliyê Dadgeha Bilind ve hate erêkirin. Malbata Kaymaz piştî vê biryarê, doz bir ber destê dadgehên navneteweyî. DMME’yê Mijdara 2010 serlêdana Kaymaz qebûl kir û pêvajoya huqûqê da destpêkirin. DMME di meha Adarê de hin pirs ji Tirkiyeyê kirin û derbarê encama komkujiyê de agahî xwestin. Dadgehê ev agahî dixwestin. 

* Mafê jiyanê : Gelo mafê jiyanê yê Ûgur Kaymaz û bavê wî Ahmet Kaymaz hatiye binpêkirin?

* Serhildan hebû? : Peymana Mafê Mirovan ya Ewropayê (PMME) di 2. xala peymanê de dibêje ku di demên “Parastina kesekî ya li hemberî tundiya li dijî zagonê”,“Kesê ku der barê wî de biryara girtinê heye û direve” û “Di dema serhildan û raperînan de” ev maf tê astengkirin. Gelo ev mercên jor ku hatine jimartin pêk hatibûn an na?

* Çima 13 gulle: Gelo hêza ku li hemberî wan hatiye bikaranîn, dibin şert û mercên jor hatine jimartin de pêk hatiye. (Xala 2. a Peymana Mafên Mirova ya Ewropa ji bilî biryara dadgehan a înfazkirina sucdarê bi mirinê hatiye cezakirin, kuştina kesan qedexe dike)

*Gelo ew neçar bûn bikujin: Gelo di dema operasyona li hemberî Kaymaz de hêzên ewlehiyê neçar bûn wan bikujin. Tu rêyên din tunebûn?

* Ma nedikarin wan bê bandor bikin: Qey nedikarin şuna wan bikujin wan bê bandor bikin û desteser bikin?

* Têkildarî bikaranîna çekan a wê demê, gelo li gor mewzuata PMME’yê bû. Ev mijara mafê jiyanê ya kesan diparêze an na. ?

*Polîsên ku tevlî operasyonê bûne hatine lêpirsînkirin û derbarê darizandinê çi hatiye kirin. 

Dadgehê di vê çarçoveyê de hemû belgeyên têkildarî van hewldanan ji Tirkiyeyê xwest. 

***
Sal 2014

Bi ser bûyerê re 9 sal û di ser serlêdana Dadgeha Mafên Mirovan Ewropa re jî 5 sal derbas bibû. Di demeke wiha de ku Kurdan hemû hêviyên xwe yê edaletê wendakiribûn de, biryara doza Ûgur Kaymaz derket. 

Piştî 9 salan,sala 2014’an Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropa -DMME der barê qetilkirina Ûgur Kaymaz ê 12 salî û bavê Ûgur Ahmet Kaymaz de biryar da. 

DMME, têkildarî qetilkirinê bi sedema ku Tirkiye Xala Duyemîn a “Mafê Jiyanê” û Xala Sêyemîn a “Qedexeya îşkenceyê” ya Peymana DMME binpê kiriye, 140 hezar Euro ceza li Tirkiyeyê birrî. 

Bi vê biryarê doza kuştina Ûgur Kaymaz û bavê wî ji nû de ket rojevê. Li ser dozê û biryara DMME nîqaşan dest pê kir. Parêzer û malbata Ûgur jî tevlî van nîqaşan bûn. 

Huqûq ji bo zarokek, ji bo Kurdekî,  ji bo Ûgur Kaymaz hatibû jibîrkirin. Huqûqê jî wek roja destpêkê çawa rayadaran gotibû ew terorîst in wisa biryar dabû. Lê 5 sal piştî serlêdana DMME, biyara ku derket û daxwiyakirin ku li Kurdistanê li ser Kurdan û zarokên Kurdan zilmek biçi rengî heye. 

Parêzer Tahîr Elçî jî di pêvajoya darizandina DMME de cih girtibû:“Biryara dadgeha Ewropa ya derbarê kuştina Ûgur û bavê wî de dayiye, ji bo me biryarek di cih de ye. Înfaza dewletê ya bê darizandin, ji aliyê DMME ve hatiye cezakirin ji bo me û malbatê tiştek kêyfxweş e. Me bi huqûqa navneteweyî bawerî anî û me dewam kir. Ev biryar  hinekî em rehet kiin, ,piçek be jî rastî derket holê. Ji roja destpêkê 2’ê  Mijdarê ve me wek parezvanê mafên mirovan got ev înfazek bêdarez e. Di her merheleyên darizandinê de me ev yek anî ziman. Lê mixabin di darizandinên Tirkiyeyê de wek em baş dizanin ji bo dewletê bersûc hatin parastin. Dadgeha jî biryara dadgeha Eskîşehîr erê kir. Wê demê vê biryar wijdana me êşandibû. Lê îro biryara DMME’yê bi hinceta ku Tirkiyeyê mafê jiyanê binpê kiriye ceza daye, em  û malbat kêyfxweş kirin”

Kurd xwedî li Ûgur derketin. Ji bo ku Ûgur û bavê wî neyê jibîrkirin û bûyerên bi vî rengî car din pêk neyên li ser navê wî gelek çalakî hatin organîzekirin. 
Li Qoserê ji bo ku ku ev bûyer neyê jibîrkirin,ji aliyê şaredariyê ve peykerek hat çêkirin. Di dema merasima vekirina vî peykerî de şaredarê demê Ferhan Turk û malbata Ûgur Kaymaz bal dikişandin ser hewldanên Kurdan ên ji bo ku ev komkujî neyê jibîrkirin. 

Li ser navê Ûgur Kaymaz komên mûzîk û şano hatin amadekirin. 

Li ser navê wî turnûwayê fûtbolê hatin organîzekirin. 

Navî wî li kolan û parkan hat kirin. 

Hunermendan li ser navê wî stran çêkirin. 

Her sal di salvegera qetilkirinê de Ûgur Kaymaz û bavê wî li ser gorra wan tên bibîranîn. 

Li dadgeha Amedê ji bo ku tevlî merasima bîranînê bûne û daxwiyanî dane, li 6 kesan salek ceza hat birrîn. 

Di bîranînên sala 2010’an de vê carê 4 mamoste di hedefa dewletêde bûn. Ji bo ku tevlî merasimê bibûn hatin girtin û ev 4 kes şandin girtîgehê. 

Kuştina Ûgur di medyaya Kurdan û ragîhandina azad de cihek taybet girt. Medya di vê bûyerê de bi israr tevdigeriya ku ev bûyer neyê jibîrkirin. Weşanek wan a taybet ji bo ku hertim di rojevê de bimîne û berpirsyarjî werin cezakirin. Dîsa gelek dokumanter û belgefilm li ser Ûgur û kuştina Ûgûr hatin çêkirin. Medyaya Kurdan di salvegerêde bi taybet ev bûyera kuştina Ûgur û bavê wî dixist rojeva mirovahiyê. 

Sal derbas bûn daxwiyaniyên Kurdan ku edalet dixwestin nehatin cih. Qêrîn û hawarê wan nehatin bihîstin. Piştî Ûgur li kolanan car din zarokên Kurdan hatin qetilkirin. Carna jî wek Ûgur terorîst hatin binavkirin û avêtin zîndanan. Li kolanan li ber çavê mirovahiyê îşkence li zarokan kirin. Li Kurdistanê zarok ji mafê xwe yê zarokatiyê bêpar man.