Li Sêrtê zarokê 13 salî di odeyê de bi banî ve daliqandî hate dîtin.
Li gorî agahiyan zarokê bi navê Bekîr Guneş (13) yê ku li taxa Bati ya Sêrtê dijî şevê din di demjimêr 19.30'an de di odeyê de bi ben banî ve daliqandî hate dîtin. Piştî demeke dirêj Bekîr Guneş ji odeyê derneket, malbat çû odeyê û rastî cenazeyê Guneş hatin. Piştî malbatê agahî dan polîsan cenazeyê Guneş ji bo otopsiyê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Sêrtê. Malbata Guneş, diyar kir ku tu pirsgirêkên zarokên wan tunebûn. Têkildarî bûyerê de lêpirsîn hate destpêkirin.